Dîmenên dawiyê yên Serêkaniyê...

Dîmenên dawiyê yên Serêkaniyê...

Komên çete yên ku bi desteka dewleta Tirk roja 16’ê çileyê êrîşê Serêkaniyê Rojavayê Kurdistanê kirin, careke din bi xwe re wêranî anî bajêr. Komên çete ku êrîşê sivîlan kirin li rastî berxwendana Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin û gelek windahî dan. Komên çete ku hemû qûralên şer ên navneteweyî bin pê dikin, êrîşê dêr û mizgeftan dikin û ji bo xwe weke stargeh bi kar tînin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bîlançoya pevçûnên dijwar ên 15 rojan li Serêkaniyê ku di navbera şervanên wan û komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê êrîşî Serêkaniyê  dikin, aşkere kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku bi dehan endamên komên çete hatin kuştin û gelek çek hatin desteserkirin. YPG’ê da zanîn ku 2 jê sivîl 9 şervanên YPG’ê bi giştî 11 windahiyên wan çêbûne. Her wiha 3 sivîl ji jiyana xwe ji dest dane.