Dîroka peresana mirovan ji nû ve tê nivîsîn

Dîroka peresana mirovan ji nû ve tê nivîsîn

Li gorî bernameyên fosîlên nû li li rojhilatê Efrîkayê hat dîtin, tê diyarkirin ku cure ku weke pêşiyên mirovan tê zanîn, beriya du milyona salan li vir jiyane. Piştî vê vedîtinê, nzanyar û dîrokzan didin diyarkirin ku dive peresana mirovan ji nû ve were nivîsandin.

Zanyaran, fosîlên mirovên beriya 2 milyon sal li vir dijiyan dîtin. Yek ji van her du fozîlên li rojhilatê gola Turkana ya Kenyayê hate dîtin, hin taybetmendiyên wê yên ji Homo erectustan a ku weke pêşiyên mirovan tê zanîn cûda ne.

Hat tesbîtkirin ku fosîla 2 milyon salî ya ku navê 1470 lê hate kirin, şerê wê dirêj e û rûyê wê rast e û mejiyê wê jî mezin e. Heta niha ev taybetmendî di homo habilis û homo erectus de nehatibû dîtin. Lê ji ber ku diranên vê kiloxê (qaqût) tune ne, hat diyarkirin ku mirov nikare vê yekê weke curek cûda bide nasîn.

Piştî 1470, du fosîlên din ên ku diranên wan jî hene hatin dîtin û ev yek jî bû sedem ku der barê mijarê de lêkolîn bên destpêkirin. Li gorî nûçeya kovara Nature, piştî ceribandin û lêkolînan 1470 êdî weke curek cûda hate qebûlkirin. Navê wê jî Homo rudolfensis e.

Ji lêkolînerên Enstîtuya Max Planck Fred Spoor ji kovarê re axivî û got ku Homo Rudolfensisin jiyanek giyaxweriyê dijiya. Spoor diyar kir ku Homo rudlfensisin jî di dema Homo erectusla de jiyaye û got ku ji nexşeyek baştir a vê yekê were çêkirin, pêwîstî bi lêkolîna li ser fosîlên nû heye.