Dîrokek bi êş a 25 salî- Necîbe Qeredaxî
Dîrokek bi êş a 25 salî- Necîbe Qeredaxî
Dîrokek bi êş a 25 salî- Necîbe Qeredaxî
Li ser komkujiya Helebçe pir konferans û kongre tên li darxistin, lê di hemûyan de jî rastiya vê komkujiya naye ziman. Sedemên wê bi cesaret nayên diyarkirin û doza tevkujiyê kirine qurbana berjewendiyên aborî.
Helebçe bajarê şaîran, di Adara1988'an da dema xelkê vê bajêrê xwe ji bo pêşwaziya biharêke nû amade dikrin, rejêma Baas a Iraqê bi fermana diktator Seddam Huseyîn û bi destê Alî Hesen Mecîd ê Berpirsiyarê rêxistinên Bakurê Iraqê yê Partiya Baas ev bajêr nuqî xerdel, siyaîd û madeyên kîmawî hate kirin. Li bajêr di nava çend deqeyan da qiyametê rabû . Jiyan tevzî û helepçe ji bajêra şaîra û wêjewanî bû bajêrê miryên ku bi mehan li erdê da man. Dîmenên ku hîn jî di hafîza mirovayetî da zîndî mane hatin kişandin, lê wê demê kesêkî dengê Helebçe nebîhist.
Di dema tevkujiyê de 17. kongreya rêxistina welatên îslamî li Umanê paytexta Urdunê hatibû li darxistin ji bo alîkariya gelê Felistînê, lê bi yek peyivê jî qala komkujiya Helebçe nehat kirin. Ev tablo hîn jî li hemberî gelê Kurd nehatiye guhartin ji alî welatên bi nav îslamî û saxtekariye herî mezin ser nevê îslamiyetê dikin.
25 sal di ser komkujiya Helebçe re derbas bûn, hîn jî weke roja yekemîn birînên komkujiyê nehatiye pêçan, hîn jî dehan meqdûrên çekên kimyevî bi êşên birînên xwe re rû bi rû ne. Rojane yek ji wana jiyana xwe ji dest dide. Ev dibe ku ji her tiştêkî pêwistir mirov despêkê da bênê ziman. Ji ber ku ew şahîd û şehîdên zîndî yê komkujiya Helebçeyê ne. Hin ji wan mexdûran ên seqet bêkesin û kes tune ne li wan xwedî derkeve. Ev mînak tenê bese ji bo ku mirov fam bike ku Kurd bi xwe weke civak û weke rêveberiya başûrê Kurdistanê çi ji vê jenosîdê famkirine û çiqasî li ser rawestiya ne. Birînên Helebçe tenê birînên çekên kimiyawî nînin. Ev birîna derûnî ya vê tevkujiyê vekiriye piralî ye. Di 25 salan da û li herêmê ku ser û binê wê dewlemendî ye ji bilî monomêktêkî ku sembola bîranîna Helebçe û 5 hezar gorên rêzkirî tu tiştêkî din nîne li wir. Ew jî tenê ji bo mêvanên ji derve bên hatine çêkirin.
GELÊ HELEPÇEYÊ BÊZAR E
Ev nêzîkantî jî bû sedema ku di sala 2007'an da di xwepêşandan da monomêt hat şewitandin. Ji bajêr hêna bîhna dema tevkujiyê tê. Bi rengêkî zanistî û jîngeparêzî nehat lêkolînkirin ku çi qasî ji bo jiyanê dibe. Di sala yekemîn a piştî serhildanê da hat pêşniyar kirin ku bajar weke xwe bimînê û kes destê xwe nediyê. Lê ne hikumet û ne partiyên siyasî ên desilatdar nikarîn gel razî biken, ji ber ku ne alternatîfêke wan hebû ji bo gel û ne karbîbûn bawriyê bidin gel. Jî bo kesên di vê komkujiyê de zirar dîtîne tezmînat nehatiye dayîn. Tiştê hatiye dayin jî mîna xêr û sedeqe dane wan, minet li wan hatiye kirin û bi peyvên xemilandî pîne kirine.
Hin jî xizmetên pêwist ji bo bajar nehatiye kirin, çend salan dibe ku li ser hev tê gotin wê Helebçe biken parêzgeh û sifeta bajar û hemû xizmetên ji bo bajarvanî jê re were dayin, lê ev tev sozên li ser kaxizê ne û gav ne hatiye avêtin.
HELEPÇE Û KÊŞMEKÊŞA HIZBÎ
Hêna jî bajar di nava kêşmekêşên hîzbî yên nava partiyên siyasî de parçe parçeye. Li şuna ku Helebçe bibê sembola yekîtiya neteweyî, helwêsta partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê tabloyeke berovajî afirandiye. Dema salvegera komkujiya Helebçeyê nêz dibe her kes dikevê pêşbirkê ka xwe çewa xwe bi niştecihên bajêr bide qebûl kirin.
Heya niha cihêk nîne ku jin lê kombibin û bihna xwe bidin. Xelkê bajêr hêvîşikî ye baweriya wan bi rêveberiya başûrê Kurdistanê nemaye. Her sal bi merasîmên teqlîdî û klasîk nişteicihên bajêr hestiyar dikin. Raste ev karesat hîn jî xwin jê diherike, lê nebûye wesîleya ji bo hevgirtinê. Hêna komkujiye Helebçe û Enfal neketiye programa xwendinê. Ne li dibistanên seratayî û navîn ne jî li zanîngehan peyvek jî derbarê vê trajediyê de tune ye. Lê mirov bi gotinêkî din bêjê li derveyî başûrê Kurdistanê baştir û neteweyîtir tê bîranîn.
BI ÎDAMAN BÛYER HATE NIXÛMANDIN
Hêna jî hikûmeta Îraqê ev komkujî weke jenosîd bi fermî qebûl nekiriye. Tenê perlemana Iraqê biryar da ye. Seddam Huseyîn ê diktatorê berê û kurapê wî Alî Hesen Mecîd ê mîna Elî Kîmyawî dihate naskirin hatin darvekirin lê hemû sir ên hevkarên welatên cîhanê, bi taybetî jî Almanya, Hollanda û hwd. bi xwe re birin gorê û bi qasî ku pêwist bû tevkujî ne hat lêkolîn kirin. Ji xwe bi lez û bez darvekirina wan jî hedef ev yek bû.
Wisa bûye ku Helebçe tenê mîna dîrokeke '16.03' an '16'ê Adarê' tê rojevê û derbas dibe. Hewildanên dawî yên li welatên Ewropayê ji bo nasandina komkujiyê weke jenosîd hewildanêke başe lê hêna jî encamên ku dihat xwestin ne hatiye bidestxistin.
BÛ QURBANA BERJEWENDIYÊN ABORÎ
Endamekî Partiye Çep (DIE LlNKE) a Almanyayê ku beşdarî konfransa sala 2011'an a li Parlemena Eworayê pêk hatibû bûbû hin belge nîşandan û got "welatê min suçdare bi alîkariya Seddam Huseyîn, ez fam nakim Kurd û rêveberiya herêma Kurdistanê çima dozê li hember van fîrmyên venaka ku çekên kîmyawî firotine Iraqê venakin". Edî tiştêk ji bo gotinê namînê, partiyên biyanî ji me re dibêjin hûn çima li pey doza xwe naçin. Van fîrmayên şirîkê tevkujiyê niha li Îraqê û başurê Kurdistanê xebatên xwe didomînin û îhaleyan digirin. Mirov bi vê yekê re dêdigiije ku dozên komkujiyê bûne qurbana berjwendiyên aborî.
REWŞA BÊMUXATABIYÊ DIDOME
25 sal derbaz dibe lê dehan sazî li ser navê jenosîdê hatine vekirin, bê ku tû kar û xebateke wan a cidî hebe. Yên ku li Ewropa bi ked û hewildana xwe bûn sazî û xwestin qêrîna Helebçeyê bigihînin cîhanê, hikûmeta herêmê wan kişand alî xwe, bê ku bihêlê serbest kar bikin. Niha jî encam li paytexa Îngîlstanê Londonê dema perlemanê Helebçe û Enfal weke jenosîd nasand ew bû aloziya navbera YNK û PDK'ê de. Nûnerên wan li dij hev daxuyaniyan didin. Ev dihêlê hîn zêdetir hêviyên gelê Kurd bişikin. Ev pêşbaziya 'bila her tişt divê bin kontrolê min da bê' zirarê didê doza gelê Kurd. Axaftina herî dawî ya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ya ku dibêjê; "Hikûmeta niha bê gunehe li hember komkujiye Helebçe" tê manaya bê xwedîbûn û nebûna muxatebêkî di navenda Iraqê li ser tiştên ku di dîroka Iraqê da weke jenosîd qewimî ne. Eger wisa bê di asta cîhanê da lêbûrîna serok û rayedarên welatan li hember jenosîdên ku di dîroka welatên wan da kirine bê wata ne. Lê di rastiyê da heya mafên desteserkirî neyen dayîn û hemû tezmînatên madî û manewî ji bo mexduran neyê vegerandin, hemû hikumetên ku tên desilatdariyê berpirsyarin li hember wan komkujiyan. Lê mirov fam dike ku komkujiya Helebçe dikin qurbanê nermbûna atmosfêra di navberê Hewlêr û Bexdayê de.
TEVKUJÎ Û BERPIRSYARTIYA PARTIYÊN KURD
Li ser komkujiye Helebçe pir konferans û kongre tên li darxistin lê di hemûyan da jî rastiye vê komkujiya naye ziman. Sedemên wê bi cesaret nayên diyarkirin. Raste rijêmeke diktator sedema sereke bû û hertim amadesazî hebû ji bo qirkirinê. Lê rejîm li firsendeke mezin degeriya, mixabin naye gotin ku sedemeka vê komkujiyê ew hêz û rêxistnên siyasî bûn ku di bin navê 'rizgrkirina Helebçeyê de' hêzêke din a dagîrker anîn ser axa Helebçe. Ji xwe ya ku di dadgehê da dihat dûbare kirin ji aliyê Elî Kîmyawî û Seddam Huseyîn ev hincet bû. Heya ev zihnyeta hêzên ku pişta xwe didinê dagîrkerên Kurdistanê ne, mumkîn nîne ku komkujî bi dawî bibin.
GAVÊN KU PÊWIST IN WERIN AVÊTIN
Dibe ne divê astê da komkujî pêk were lê şerê Serêkaniyê û êrîşên ser Kurdan li rojavayhe Kurdistanê li ber çavê me ne. Kurd pêdviya wan bi konferanseke netweyî heye ku soz bidin hev hem di gotin û hem di piratîkê da rê nedin tevkujiyên nû. Pêdivî bi stratejiyeke neteweyî heye ku di çerçoveya prensîbên demokratîk hêzên siyasî têkeliyên hundin û derveyî daynin. Di asta navneteweyî da hewldanên zêdetir bidin ji bo ku komkujiya Helebçeyê weke jenosîd were nasandin. Ev tenê karê hikûmetê nîne lê bi hemû saziyên pirspor re divê were rêxistinkirin. Rivê roja 16'ê Adarê her sal weke roja diberêya komkujî di asta cîhan û Îraqê da were nasîn û divê mexdûrên komkujiyê êdî neyên îhmalkirin û ji bo pêçana birînên wan çi pêwist bê kirin. Divê bajar jî weke parêzgeh were ragehadin û hemû xizmetên pêwist werin dayin. Tişta herî girîng gohdar kirina mexdurên komkujiyê ye; ji ber ku êdî nifşeke dema komkujiyê tune dibe. Ew şahidên zîndî yê komkujiyê ne û arşîvkirina dema komkujiya karê herî girîng e.
-Yenî Ozgur Polîtîka