Dîrokzanê Îngilîz Eric Habsbawn ku weke yek ji mezintirîn dîrokzanên cîhanê yên sedsala 20’ê dihat nasîn, li paytext Îngilîstan Londonê jiyana xwe ji dest da.
Hobsbawn 4 meh piştî şoreşa 17’ê cotmehê de ji dayîk bû û di hemû jiyana xwe de xwe weke komumîstekî da nasîn. Yek ji berhemên wî yên herî girîng Serdema Îperatoriya Şoreş-Sermameyê ye.
Habsbawn ji ber nexweşiya zatureyê jiyana xwe ji dest da û gava ku jiyana xwe ji dest da hevsera wê ya 50 salan Marlene jî li ba wî bû.
Hobsbawn li Misirê ji dayîk bû û sala 1931’ê tevlî Partiya Komunîst bû. Gava bavê wî li Berlînê peywirdar bû, Hîtler hat ser desthilatiyê û neçar man birevin Îngilîstanê û li wir perwerde dît. Hobsbawn Zanîngeha Cambridgeyê qedand û pitşre xebatên xwe li ser dîroka nûjen domand.