‘Divê Amed bibe qada serhildanê’
‘Divê Amed bibe qada serhildanê’
‘Divê Amed bibe qada serhildanê’
Însiyatîfa Gel a Amedê, der barê 14’emîn salvegera Kompoloya Navnetweî ya 15’ê Sibatê ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daxuyaniyek da û got: “Di 15’ê Sibatê de divê li her derê Amedê serhildan hebe. Divê li Amedê jiyan raweste, kepenk bêngirtin, kontax neyên vekirin û xwendekar neçin dibistanê.
Însiyatîfê di daxuyaniya nivîskî de destnîşan kir ku têkoşîna azadiyê ya ku gelê kurd û tevgera azadiya kurd meşandiye hemû hebasên hêzên navnetwî û dewletên rojava vala derxistine.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Di serî de DYA û hemû hêzên emperyal di çarçoveya projeya mezin ya Rojhilatê Navîn de (BOP) depêşî li hemberî rêbertiya me kompolyeke navnetewî ku di dîrokê de nehatiye dîtin pêk anîn. Bi vê komployê hesabên weke ku dê hêviyên hemû Gelê kurd û gelên Rojava tune bikin hatin kirin. Hêzên navnetewî ji ber ku rêbertiya me li hemberî polîtîkayên xwe yên mêtînger astengiya herî mezin dîtin ev komplo li dijî rêbertiya me pêk anîn.
“SAZIYÊN HEMÛ DEWLETÊ HEDEF!”
Însiyatîfê di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Rêbertiya me ji bo ku hem gelê kurd û hem jî hemû gelên din xwe bi awayekî azad bi rêve bibin têkoşîneke mezin ya hundir a sosyalîzmê meşandiye û beyî ku bikeve bin bandora tu hêz û dewletekê bi tenê hêza ku ji gel girtiye ev têkoşîn mezin kiriye û ji ber vê yekê jî bûye hedefa hêzên navnetewî.
Gel bi rêberên xwe hene. Di şexsê serokatiya me de yên ku dixwazin li Îmraliyê dîl bigirin gelê kurde. Serokatiye me ev 14 sale cihekî ku mirov nekarin bîhna xwe bigirin û bidin tê girtin û rêbertiya me di nava berxwedaneke mezin deye. Têkoşîna azadiyê bi biryareke mezin dimeşîne. Em jî li dora seroaktiya xwe bi ruhê rêvehevalên xwe yên Halît Oral, Viyan Soran û Mustafa Malçok dibin xelek. Azadiya serokatiya me azadiya gelê kurde.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: Di 14’emîn salvegera komployê de divê her qada Amedê bibe serhildan. Divê di 15’ê sibatê de jiyan li Amedê raweste. Divê kepenk neyên vekirin, xwendekar neçin dibistanê û kontax neyên vkeirin. Divê li her derê amedê agir bê pêxistin. Ciwan û jin divê pêşengên serhildanan bin. divê em Amedê li dijmin teng bikin û heta serokatiya me azad nebe dibê hemû çalakî rewane. Êdî hemû sazî, lijne û xebatkarên dewletê hedefa me ne.”