'Divê çend girtiyên din jiyana xwe ji dest bidin?'
'Divê çend girtiyên din jiyana xwe ji dest bidin?'
'Divê çend girtiyên din jiyana xwe ji dest bidin?'
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û TUHAD-DER, balkişandin ser binpêkirina mafan ên di girtîgehên Çankiri û Tekîrdag de tên jiyîn û diyar kirin ku li Tirkiyeyê bi tevahî li ser girtiyan helwestek bi dijminahî tê nîşandan. Xizmên girtî Muhabet Tiryakî, got "Divê çend girtiyên din di girtîgehan de jiyana xwe ji dest bidin?"
Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û TUHAD-DER, derbarê binpêkirina mafên di girtîgehên Çankiri û Tekîrdagê de tên jiyîn de li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê civîna çapemeniyê li darxist in. Li gel xizmên girtiyan rêveberên TUHAD-DER û Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî jî beşdarê civînê bûn. Di civînê de Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bilîcî axivî û balkişand ku piştî 18 girtiyan di Girtîgeha Çewlikê tunel vedan û firar kirin di girtîgehan de gelek binpêkirina mafan pêk hat. Bilîcî, da zanîn ku di girtîgehên Tirkiyeyê de ji mêj ve maf tên binpêkirin. Bilîcî, destnîşan kir ku mafên di Makeqanûna Tirkiyeyê de heyî jî ji destê girtiyan tên derxistin. Bilîcî, anî ziman ku girtî ji mafên bingehîn tên mexrum kirin, di Tirkiyeyê de bi tevahî li hemberî girtîgehan di nav helwestek dijminahî de ye. Bilîcî, wiha got: "Sibê cejne lê dayik wê hêstê najîn. Tenê pirsgirêkên zarokên wan dijîn meraq dikin. Şopdarên zarokên xwe ne."
Piştre metka girtiyê bi navê Adem Tiryakî ya di Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê de dimîne Muhabet Tiryakî, diyar kir ku biraziyê wê bi telefonê li wan geriya ye û gotiye "Herin cem ÎHD'ê û parêzeran, bidin çapemeniyê. Li vir îşkence li me dikin". Tiryakî, da zanîn ku di Girtîgeha Tekîrdagê de nîvê şevê di bin navê lêgerînê de pêkûtî datînin ser girtiyan û hemû amûrên wan şikandin e.
Piştre dayika Mîsbah Kaya ku di Girtîgeha Tîpa M a Samsûnê de girtiye, Halîse Kaya jî, diyar kir ku ji ber di girtîgehan de îşkenceyan li xizmên wan tê kirin ew nikarin cejinê pîroz bikin. Li ser navê Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê Sultan Koyun jî, da zanîn ku ew wek e dayik dê çav ji vê rewşî re negirin. Koyun, destnîşan kir ku dayik êşê ji kûrahî dijîn û got: "Em dayik in êdî bila dawî li vê rewşî bê. Paketa hikumetê wekî wî vala derket. Em ji hikumetê paket maket naxwaz in. Em ji hikumetê bawer namir, ewleh nabin, ji bo me yê esas tenê birêz Ocalan