'Divê dawî li ragirtina hucreyê ya li girtîgeha jinan a Gebzeyê bê anîn'
'Divê dawî li ragirtina hucreyê ya li girtîgeha jinan a Gebzeyê bê anîn'
'Divê dawî li ragirtina hucreyê ya li girtîgeha jinan a Gebzeyê bê anîn'
Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê, girtiyeke jin a rewşa wê ya derûnî ne li cih e, tê xwestin di hucreyê de bê ragirtin. Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz çû girtîgehê û bi girtiyên jin re hevdîtin pêk anî û xwest, dest ji cezayê mijara gotinê bê berdan. Sariyildiz da xuyakirin ku divê guhertina qanûnî ya rê li ber berdana girtiyên nexweş û girtiyên 20 sal in tên ragirtin vedike, tavilê bê kirin.
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz çû Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê û bi jinên ji doza PKK'ê tên ragirtin re hevdîtin kir. Sariyildiz rewş û daxwaza girtiyên jin ji ANF'ê re vegot.
Sariyildiz bi 15 girtiyên jin ên ku piraniya wan bi sirgûnkirinê re ji girtîgehên li Kurdistanê hatin, hevdîtin kir. Piraniya 15 girtiyên jin, zêdeyî 20 sal in di girtîgehê de tên ragirtin.
NIKARIN BI MALBATÊN XWE RE HEVDÎTINÊ BIKIN
Sariyildiz da xuyakirin ku ji ber salên dirêj li girtîgehê hatine ragirtin hemû xwedî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê ne û got, "Her wiha ji ber ku li girtîgeheke bi kîlometreyan dûrî malbatên xwe ne, hin jê bi salane malbatên xwe nedîtine."
5 ji girtiyên Sariyildiz pê re hevdîtin kir, dayik in. Meryem Soylû, Sabîre Çaçan, Remziye Menguç, Candan Yurek û Sabîre Demîr demeke dirêj e nikarin zarokên xwe bibînin.
Saryildiz got, "Me dîtin ku qanûnên ceza yên dewletê yên ji wicdan û hiqûqê bêpar, polîtîkayên sewq û sirgûnê ji bo bi hezaran mirovan çawa dibin îşkence" anî ziman ku girtiyan xwestine li girtîgehên nêzî malbatên xwe bên bicihkirin.
Sariyildiz der barê girtiyên nexweş de jî agahî da.
GIRTIYA JI ALIYÊ DERÛNÎ VE NEXWEŞ E WÊ DI HUCREYÊ DE BÊ RAGIRTIN
Ayfer Çîçek a ji sala 2007'an û vir ve di girtîgehê de ye, rewşa wê ya derûnî roj bi roj xera dibe. Çîçek a 23 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn, ji ber krîzeke ku derbas kir camê hucreyê şikand. Dûre cezayê hucreyê yê 4 rojan lê hat birîn.
Sariyildiz diyar kir ku dibe ku Çîçek zerarê bide xwe û derdora xwe û got, "Ragirtina Ayfer Çîçek li hucreya yek kesî, wê rewşa wê girantir bike. Divê tavilê dawî li vî cezayî bê anîn."
Sariyildiz bibîr xist ku Sureyya Bûlût nexweşa wernicke korsakof e û anî ziman ku ji ber rapora "eger serbest bê berdan wê ewlekariya civakê bikeve xeteriyê" ya polîsan, nayê berdan.
QANÛN BICIH NAYÊ ANÎN
Parlamenterê HDP'ê Faysal Sariyildiz da xuyakirin ku qanûn ji bo girtiyên siyasî bicih nayên anîn û got, "Salek beriya bidawîbûna ceza divê guhertina serbestiya bi kontrol bê bicihanîn û serbest bê berdan. Lê belê li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebzeyê Zeynep Okay, Şukran Kûrhan, Nîlgun Onkûran tevî ku cezayê wan kêmî salekê mane jî, nikarin ji serbestiya bi kontrol sûdê werbigirin. Li ser wan tê ferzkirin ku poşman bibin."
Sariyildiz nerazîbûn nîşanî zexta poşmaniyê da û got, "Girtiyên poşmanî li ser wan tê ferzkirin, di nêrînên xwe de hînê biryardar in. Ji roja destpêkê bêtir dixwazin demokrasî bi pêş bikeve, jiyaneke azad û wekhev ava bibe. Amade ne ji bo vê berdêlê jî bidin."
Sariyildiz ragihand ku nêzîkatiya li girtiyên siyasî û girtiyên nexweş ji aliyê pêvajoya çareseriyê ve girîng e û axaftina xwe wiha dewam kir: "Li gorî girîngiya pêvajoya em tê de ne, beşeke mezin a hevalên me yên zêdeyî 20 sal in di girtîgehê de ne, bi guhertina di TMK û Qanûna Înfaza Ceza re divê werin berdan. Asta pirsgirêkên li girtîgehan gihaştiye, ji aliyê wicdan ve min gelekî diêşîne. Eger di rojên pêş de ji bo berdana girtiyên zêdeyî 20 sal in tên ragirtin û girtiyên nexweş neyê kirin, ew neçar e weke kes, bikeve nava hewldanên asêkirina xebatên Meclîsê."
Parlamenterê HDP'ê Sariyildiz wê îro jî biçe Girtîgeha Tîpa T ya Tekîrdagê û bi girtiyên di greva birçîbûnê de ne re hevdîtinê bike.