'Divê dewlet sîstemên xwe dispêrin rêgezên demokrasiyê qebûl bike’

'Divê dewlet sîstemên xwe dispêrin rêgezên demokrasiyê qebûl bike’

Encamnameya sempozyuma “Di avakirina Aştiye de Rola Rêveberiyên Herêmî” ya bi tevlîbûna beşdarên navneteweyî pêk hat, hat aşkerakirin. Di encamnameyê de tê gotin ku pêwîst e dewlet sîstemên li ser esasê rêgezên demokrasiyê û rêveberiya ji cihê xwe qebûl bikin. Dîsa hat xwestin ku divê ji bo tevayî gelên di rêveberiyên herêmî de mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê naskirin û pêşiya azadiya baweriyan bê vekirin. 

Bi organîzasyona Yekîtiya Şaredariyên Anadoluya Başûrêrojhilat (GABB), Şaredariya Mezin a Amedê sempozyuma ku bi mijara "Di avakirina Aştiyê de Roka Rêveberiyên Herêmî” ya 2 rojan berdewam kir encamnameya xwe aşkera kir. Di encamnameyê de hat gotin ku ji Konseya Ewropa, Elmanya, Welatê Baskê, Belçîka, Filistîn, Başûrê Afrîka, Hollanda, Îrlanda, Swêd, Katalonya, Lubnan, Rojava û Tirkiyeyê delege beşdarî sempozyumê bûne û di 2 rojan berdewam kiriye de encam û nirxandinên hatine kirin bi encamnameyekê hat diyarkirin. Di encamnameyê de ev xusûs hatine diyarkirin: 

"* Mîna di belgeyên mafê mirovan ên gerdûnî de tên diyarkirin ji bo gelan rêz dide mafê tayînkirina çarenûsa xwe. Civakên xwedî bawerî, etnîk, çand û cewaziyên civakî ji bo rêveberiyeke hevpar ava bikin, ji bo pêkhatina aştiyeke civakî ji cihê xwe avakirina rêveberiyên herêmî û xweser. Bi amûrên rêveberiya xweser ji bo gel xwe û herêmên xwe bi rê ve bibin li gor nasname, çand û nirxên xwe birêxistinkirina jiyana xwe. 

* Divê sîstemên ku li herêmên şer lê hene maf bide xwecihiyê, bihêzkirina rêveberiyên herêmî esas digire, li ser esasê rêgezên demokrasiyê û rêveberiya ji cihê xwe ji aliyê dewletan ve bên qebûlkirin. 

* Divê ji rêveberiyên herêmî û ji tevayî gelên li herêmên wê dimînin mafê perwerdeya bi zimanê dayikê bê dayîn û pêşiya azadiya baweriyê bê vekirin. 

* Divê demokrasiya radîkal a rêgezên bi beşdar û berfireh û her wiha nasnameyên cuda esas digire were pêkanîn. Divê hemwelatî rasterast karibin beşdarî rêveberiyê bibin û rêveberiyê kontrol bikin. 

* Ji bo civak tiştên jiyane derbas bike divê xebatên ku bi rabirdûyê re rû bi rû bê bên pêşxistin. Divê ji bo kesên di şeran de zerar ditîne, ji girtiyên siyasî û penaberan re xebatên piştgiriyê bên pêşxistin û sîstema edaletê ya sererast dike bê pêşxistin. 

* Bi armanca pirsgirêkên civakî û siyasî çareser bibin divê hatina gel hevdu were biserxistin, divê mirov xwe bi nêrîna demokrasiya serwer têr nebîne û avakirina aştiyê tenê ji rêveberiyên navendî re neyê hiştin. 

* Di li herêmên şer temsîliyet û tevlîbûna jinê ya yekser ji muzakereyan re pêk bê; di avakirina aştiyê de polîtîkayên di lehê jin û zarokan de bikevin pratîkê û butçeyên xweser ji bo vê mijarê çêbibin. 

* Bi zanebûna destketiyên şoreşa gel a Rojava ji bo ev şoreş veguhere şêwazekî encamgir ji hemû hêzên demokrat şoreşger piştgiriyê dixwaze. Her wiha ji bo tavilê ambargoya li hemberî Rojava bê rakirin banga piştgiriyê li her kesî dike

* Em qetlîamên sivîl ên ji aliyê hin komên ku dûvikên hêzên herêmî û gerdûnî ne şermezar dikin. konferansa me bang li rejîma Sûriyeyê û muxalifan dike ku li gorî prensîbên huqûqa şer tevbigerin. 

* Divê tevayî girtiyên siyasî yên ji ber têkoşîna ji bo gelan dane li Fransa, Îngilîstan, Spanya, Îsraîl, Sûriye, Tirkiye û her wiha ji aliyê hêzên desthilatdar ve hatine girtin divê tavilê bên berdan. Hêzên serwer dest ji dagirkirinan berdin, ji bo siyaseta legal bê kirin tevayî şert û merc werin avakirin , ji bo pêvajoyên muzakereyan bigihêjin serketinê bangawazî dike ku hewldan û têkoşîna pêwîst bê kirin.”