‘Divê em Mazlûm û Egîdan bijîn û bidin Jiyandin’

‘Divê em Mazlûm û Egîdan bijîn û bidin Jiyandin’

Cîhan Eren anî ziman ku, “her şehadet bû pêşxistina pêngavek nû” û da zanîn ku, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şehadeta Heval Egîd jî wek fermanekê girt dest û artêşbûna gerîlla li Kurdistanê ava kir. Eren destnîşan kir ku, “Heval Egîd xeta gerîllatiyê li Kurdistanê ava kir û şêwazê leşkerî yê bi tarzê Apoyî pêş xist.”

Endamê Meclîsa Gel ya Demokratîk ya Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cîhan Eren di derbarê Hefteya Qehremaniyê de pirsên me bersivandin.

‘HER ŞEHADET BÛ PÊŞXISTINA PÊNGAVEKE NÛ’

Wate û girîngiya Hefteya Qehremaniyê çiye?

Di sala 1986’an de di Kongreya 3’emîn a PKK’ê de piştî şehadeta Heval Egîd biryar hat girtin ku ji 21’ê Adarê roja şehadeta Heval Mazlûm heta 28’ê Adarê Roja şehadeta Heval Egîd di kesayeta her du hevalan de li Kurdistanê wek Hefteya Qehremaniyê were pîrozkirin.

Heval Egîd, fermandarê gerîlla û di heman demê de berpirsiyarê qadên şer ên Bakurê Kurdistan û tevayî qadên gerîlla bû. Di pêvajoyeke ku derbasî Qada Serokatî bibe û li wir beşdarî Kongreya 3’emîn bibe de li Gabarê Şehîd ket. Lewma Kongreya 3’emîn xwest li ser esasê xeta ku Heval Egîd di nav gerîlla de danîbû hîn zêdetir rêxistinbûyîn were xurtkirin û di heman demê de gav bi gav ber bi artêşbûna Kurdistanê xebat werin pêşxistin. Û biryara artêşbûnê jî tê girtin ku ji Hêzên Rizgariya Kurdistan (HRK) ber bi Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistan (ARGK)’ê gav bên avêtin.  Bêguman ev kongre ku di kesayeta Heval Egîd de tê destgirtin ji bo tevgera me ya azadiyê watedar e. Ev jî nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî hevaltiyê nîşan dide. Çawa şehadeta Heval Heqî bû fermana avakirina PKK’ê, çawa berxwedana rêhevalên di Zîndana Amedê de bû fermana Pêngava 15’ê Tebaxê, Rêber Apo şehadeta Heval Egîd jî wek fermanekê girt dest û artêşbûna gerîlla li Kurdistanê ava kir.

WATEYA HEFTEYA QEHREMANIYÊ

Çima di kesayeta Heval Mazlûm û Heval Egîd de Hefteya Qehremaniyê tê pîrozkirin? 

Ji bo mirov wateya Hefteya Qehremaniyê zanibe, pêwîst e mirov Heval Mazlûm û Heval Egîd nas bike.

Heval Mazlûm yek ji wan hevalên pêşeng e ku li Enqereyê Rêber Apo nas dike. Heval Mazlûm tevayî hewldanên xwe ji bo xwe zane bike, pêş dixe. Di aliyê fêmkirin û naskirinê de bênavber bi tempoyeke pir bilind xwe pêş xistiye. Eger mirov bêje di nav PKK’ê de mirov çawa zane dibe? Nîşane û sembola wê Heval Mazlûm e. Zanebûna ku em bi bîrdozî û felsefeya Rêber Apo nas dikin, xwe di kesayeta Heval Mazlûm de daye der. Dîsa di pêvajoya ku Heval Mazlûm tê girtin de li Zîndana Amedê êşkenceyeke pirr mezin li ser hevalan tê meşandin. Dewleta Tirk a dagirker nasnameya Kurdan qebûl nake. Wek nav naxwaze navê PKK’ê derbasî arşîvên dewletê bibe. Yanî mafê parastinê yên hevalên PKK’yî nade. Êşkenceyeke pir hovane bi armanca teslîmgirtin û şikandina îradeyê tê kirin. Heval Mazlûm, şêwazê ku ji Rêber Apo wergirtiye û zanebûna xwe di Zîndana Amedê de pratîze dike. Bi vê jî pîvanên partiya me yên, gotin û pratîka wê yek e, nîşan dide. Şehadeta Heval Mazlûm yekemîn şehadeta ku li hemberî zilm û zorê bû. Rêber Apo di peyama xwe ya Newrozê de jî gotibû ku têkoşîna wan li hemberî zilm û zorê bû. Xeta berxwedana li hemberî zilm û zora dewleta Tirk a di Zîndana Amedê de Heval Mazlûm dest pê dike û rê nîşan da.

Heval Egîd jî di heman demê de şervanê Heval Mazlûm e. Heval Egîd li Êlihê dema dibistana amadeyî dixwîne Heval Mazlûm nas dike. Xusûsiyetên Heval Egîd hîn zêdetir eskerî ne. Mirovekî pirr çalakger e. Mantik û mantalîteya leşkerî di Heval Egîd de pir li pêş e. Bi naskirina Heval Mazlûm tevlî PKK’ê dibe. Di çalakiyên Siwêregê de cih digire. Heval Egîd di sala 1979’an de derbasî qada Rojhilata Navîn dibe. Perwerdeyê dibîne û careke din ji aliyê Rêber Apo ve tê erkdarkirin û derbasî qada Başûrê Kurdistan dibe. Di pêvajoya salên 1981-82-83’yan ji bo li Botan û Garzanê gerîlla were bicihkirin xebatan bi rê ve dibe.

Çawa Heval Mazlûm xeta berxwedanê li Zîndana Amedê danî, û zanebûna Apoyîbûnê di aliyê felsefe, raman û bîrdoziyê de pêş xist,  Heval Egîd jî xeta gerîllatiyê li Kurdistanê ava kir û şêwazê eskerî yê bi tarzê Apoyî pêş xist. Xeta Heval Egîd, gerîllayên Kurdistan pêş xist, li hemberî tevayî êrîşên dewleta dagirker a Tirk, komploger û çeteyên ku hewl didan tevgera me ji cewhera Apoyî dûr bixin gerîlla û tevger li ser piyan hişt. Heta îro jî gelek gerîlla, milîs û welatparêzên ku bi Heval Egîd re mane û ew dîtine behsa jiyan û şêwazê Heval Egîd dikin.     

Li ser van esasan di kesayeta her du hevalan de Hefteya Qehremaniyê tê qebûlkirin. Hefteya Qehremaniyê di heman demê de di asta herî bilind e jiyana PKK’ê ye.

PÊWÎSTE EM MAZLÛM Û EGÎDAN BIJÎN Û BIDIN JIYANDIN

Pêşwazîkirina Hefteya Qehremaniyê divê li ser çi esasî be?

Ji ber ku dagirkeriya li ser Kurdistan bi şêwazên cuda berdewam dike û dîsa zilm û zexta modernîteya Kapîtalîst berdewam dike divê mirov xwe weke Mazlûman zane bike. Şert û merc çi qasî zehmet bin jî pêwîst e, mirov li ber xwe bide û her wiha li gorî Egîdan pratîkekê pêş bixe.

Şert û mercên zextan û neheqiyan çi qasî cuda û xeter bin jî bi şêwazê Mazlûm û Egîdan mirov dikare li ber xwe bide û bi ser bikeve.

Di pêvajoya pêşiya me de wek gel divê em çawa tevbigerin ku di peyama Rêber Apo ya Newroza Amedê ya îsal de hat xwendin, şêwazê Mazlûm û Egîdan wek çavkaniyekê ye ji bo me.

Xeta Heval Egîd û gerîllatiya ku pêş xist li ser esasê parastina cewherî ye. Ango ne li hemberî tu gel û tu xakan e. Di Rojhilata Navîn de di vê pêvajoyê de ya ji aliye Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ve esas tê girtin ev e. Eger li çar parçeyên Kurdistan gelê Kurd xwe bi zanebûn û berxwedana Heval Mazlûm û bi şêwazê leşkerî û pratîka Heval Egîd tenzîm bike û pêş bixe wê ew bibe parastin, tenzîmkirin û pêşxistina rûmeta mirovahiyê û nirxên mirovatiya pêşverû yên hatine bidestxistin.

Heval Mazlûm û Heval Egîd bi jiyan, kesayet û Apoyîbûna xwe ji bo me esas û pêşeng in. Ew hevalên azad in ku îradeya xwe bi xwe çêkirine. Bi zanebûn gav diavêjin. Di Hefteya Qehremaniyê û di tevayî jiyana xwe de divê em wan xusûsiyetên Mazlûm û Egîdan kêlî bi kêlî bijîn û bidin jiyandin.

Di pêşketinê de sînor nîn in. Ciwan, jin û tevayî mirovên Kurdistanî, divê mirov çawa li ber xwe bide, bijî, û bide jiyandin dikare ji Mazlûm û Egîdan fêr bibe. Hem mamoste, hem fermandar û hem jî pêşengên me ne. Peyama Rêber Apo ya di Newroza îsal de di heman demê Mazlûm û Egîdbûn bû û Rêber Apo weke Rêberê wan ew anîn ziman. Di kesayeta Heval Mazlûm û Heval Egîd de em tevayî hevalên şehîd bi bîr tînin.