'Divê Hikûmeta Başûr Rojava fermî nas bike’
'Divê Hikûmeta Başûr Rojava fermî nas bike’
'Divê Hikûmeta Başûr Rojava fermî nas bike’
Di hevdîtina di navbera nûnerên rêveberiya xweser a Rojava ya Başûrê Kurdistanê û Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan de têkoşîna hevpar a Kurdan derket pêş.
Nûnertiya rêvebertiya xweser a Rojava ya Başûrê Kurdistanê û nûnerên Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan ji bo pêşveçûnên li Kurdistanê binirxînin li Silêmaniyê hatin cem hev. Di hevdîtina ku li avahiya Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan de pêk hat mijarên wek di xeta parastina hevpar a Kurdan ku hêz xwe bikin yek û hikûmeta Federal a Kurdistanê rêveberiya xweser a Rojava nas bike hatin destgirtin. Nûnerên Partiya Zehmetkêşanî Kurdistan gotin ku di vê mijarê de çi bikeve ser milê wan wê bikin.
Dîsa di hevdîtinê de êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hemberî Rojava û Başûrê Kurdistanê hatin dest girtin û her du aliyan jî bal kişandin ser bihêzkirina xeta parastina hevpar.
Di hevdîtinê de li ser navê nûnertiya Rêvebertiya xweser a Rojava Xerîb Huso, Huşeng Derwêş, Fethullah Huseynî beşdar bûn. Li ser navê Partî Zehmetkêşanî Kurdistan jî Endamî Meclîsa Partiyê Asos Elî Ehmet û endamê Komîteya Navendî Naso Yehya Emîn, endamê meclîsê Ehmet Xidir û Omer Şawra tevlî bûn.