Divê ji bo aştiya adil gav bê avêtin
Divê ji bo aştiya adil gav bê avêtin
Divê ji bo aştiya adil gav bê avêtin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku meha Îlonê wê qedera agirbesta zêdetirî 8 meh in didome diyar bike û got, "Ger hikûmeta AKP'ê di demeke kurt de îradeya çareseriyê daneyne holê, dê vekişîna gerîla rawest e û pêvajoya agirbestê jî bi dawî bibe."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameya Azadiya Welat de girîngiya meha Îlonê ji bo pêvajoya çareseriyê destnîşan kir:
"Di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de her dem li benda zîhniyet, nêzîtakî û pêkanînên ku şer bi dawî bikin disekinin. Li Tirkiye û Kurdistanê jî ji bo aştiya Tirkiyeyê bi kurdan re li benda gavavêtinê ne. Bi sedan sal in li ser kurdan şerê qirêj-taybet tê meşandin. Gelê kurd jî li hemberî vî şerê qirêj ku dixwazin wî pê tune bikin li ber xwe dide. Bi taybetî di nava van 30 salên dawî de berxwedana gelê kurd a hebûn û tunebûnê gihîştiye astekê.
'MEHA ÎLONÊ DÊ QEDERA AGIRBESTÊ DIYAR BIKE'
Kurdan di vê pêvajoya çareseriya demokratîk de gelek caran agirbest îlan kirine û rewşek bêşer û pevçûn derxistine holê. Herî dawî zêdetirî 8 meh in rewşa bêşer û pevçûn didome. Gelê kurd û hêzên demokrasîxwaz di berdêla vê yekê de ji AKP’ê daxwaz dikin ku gavê bavêje. Lê belê hikûmeta AKP’ê tu gav neavêt û li dijî vê yekê lez daye xebatên amadehiya şer. Ev jî ji rewşa bêşer û pêvçûn re dibe xetere. Ji ber vê yekê Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd hikûmet hişyar kirin û ji bo aştiya kurd-tirkan xwestin hikûmeta AKP’ê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de gavê bavêje. Niha li bendê ne ku hikûmeta AKP’ê di 1’ê Îlonê de gavê bavêje.
Meha Îlonê dê qedera agirbesta ku zêdetirî 8 meh in didome diyar bike. Di nava mehên derbasbûyî de Tevgera Azadiya Kurd hemû berpirsyariyên ket ser milê wê bi cih anîn. Ji bo demokratîkbûnê û pirsgirêka kurd bi riyên demokratîk bê çareserkirin hemû derfetên ku pêşiya hikûmetê vedikin pêşkêş kir. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rewşa çareseriyê derxist holê. Êdî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê tu astengî nema ye. Ger ku îro ji bo çareseriyê gav nayê avêtin tenê sedemek wê heye: ew jî ji ber ku zîhniyet û îradeya AKP’ê ya çareseriyê tune ye diqewime.
'GAV NEYÊ AVÊTIN DÊ VEKIŞÎNA GERÎLA RAWESTE'
Ger ku hikûmeta AKP’ê di demek kurt de îradeya çareseriyê daneyne holê wê demê ew gav û îradeya çareseriyê ku aliyê kurdan bi awayekî yekalî daniye holê dê bê bersiv bimîne. Ev jî tê wateya ku ev pêvajoya agirbestê bi dawî bibe. Ger ku rewşek bi vî rengî derkeve holê gerîlayên ku ji bo vekişînê di nava tevgerê de ne dê li cihê xwe rawestin. Ji bo çareseriyê gav neyê avêtin wê demê helwestek cudatir ji gerîla nayê hêvîkirin. Ger ku gerîla ji bo armancekê têdikoşe, li cihê ku gav nayê avêtin gerîla tu caran dest ji berxwedanê bernade. Wextê ku rewşa agirbestê derket holê û gerîla îradeya vekişînê danî holê bi bendewariya ku ev gavên tên avêtin bêbersiv nemînin tevgeriyan. Ger ku bifikiriya wê gavên ku ew davêjin bêbersiv bimînin wê demê ne agirbest îlan dikir û ne jî ew îradeya vekişînê datanî holê. Derveyî aqilan e ku ev tiştê zarok jî pê zane çawa hikûmeta AKP’ê yan jî şêwirmendên serokwezîr nizanin. Ji ber vê yekê ger ku agirbest bêbersiv mabe, wê demê dê Tevgera Azadiya Kurd jî rewşa xwe ya heyî di ber çavan re derbas bike. Ev jî helwesteke xwezayî ye.
Hikûmeta AKP’ê destnîşankirina roja 1’ê Îlonê wekî gefxwarinê dinirxîne. Kurd li bendê ne ku daxwazên wan pêk bên. AKP vê yekê wekî ferzkirinê dibînê. Ji ber ku zîhniyeta demokratîk bi wan re tune ye dibêjin em ê her tiştî bikin û vê yekê jî li gorî xwe bikin. Li gorî wan gel, civak û mirov nikarin ji desthilatdariyê tiştekî daxwaz bikin, ji bo mafên wan bên qebûlkirin nikarin wext bidin. Ji ber ku hemû mafên gel, civak û mirovan di destê van desthilatdariyan de ye û ew çawa bixwazin dê wisa pêk bê. Hemû hegemonên di vê zîhniyetê de ne wisa difikirin. AKP jî bi vî awayî difikire.
'LI HER DEVERA CÎHANÊ JI BO ÇARESERIYÊ DEM TÊ DESTNÎŞANKIRIN'
Li hemû deverên cîhanê ji bo çareseriya pirsgirêkan demek tê destnîşankirin. Aliyên ku ji bo mafên xwe têdikoşin daxwazên xwe datînin holê. Gelê kurd jî bi awayekî mafdarî wisa kirine. Dê Gelê kurd fedekariyê bike, hikûmeta AKP’ê jî serî li rêbaza mijûlkirinê bide û derfetê bibîne jî wê têkeve nava hewldanên tunekirinê! Gelê kurd ku ev 40 sal in berxwedana hebûn û tunebûnê dimeşîne û berdêlên mezin dane rê nade vê lîstikê.
Hêrsbûna AKP’ê ji ber ku dibêje çima kurd nayên xapandin derketiye holê. Heta niha li hemberî kurdan serî li rêbazên dek û dolaban dane û bi vî awayî kurd xapandine. Lê belê niha Rêberek û Tevgerek wisa derketiye holê ku nikarin kurdan bixapînin. Jixwe Rêbertiyê nêzîkatiyek di cih de û sebrek mezin nîşan daye. Tevgera Azadiya Kurd dixwaze pirsgirêka kurd bi riyên demokrasiyê û di çarçoveya her di cih de bê çareserkirin. Lê ev tevgerîna di cih de û bi sebr nêzîkbûn nayê wê wateyê ku lîstikên hikûmeta AKP’ê qebûl dikin.
Rêbertî û ev Tevger polîtîk in û di polîtîkayê de afirîner in; lê belê ne apolîtîk in. Ev Tevger di cihanê de Tevgera herî xwedî tecrubeya polîtîk e. Ji ber vê yekê divê hikûmeta AKP’ê bi awayekî berpirsyarî û cidî nêzîkî vê pêvajoya ku ji hêla Rêberê Gelê Kurd ve hatiye destpêkirin bibe. Berevajî vê yekê ev Rêbertî nayê listîkên AKP’ê. Li gorî berpirsyartiya li hemberî gel û Tevgerê her dem di helwesta xwe ya berxwedêrî ya li dijî polîtîkayên ku pirsgirêka kurd çareser nake de israr bike."