Divê jinên Şengalê li hemberî êrîşên çeteyan bibin yek

Divê jinên Şengalê li hemberî êrîşên çeteyan bibin yek

 Cîgira Wezîra Karûbarên Jinan Heyfa Erebo diyar kir ku pêwîst e jinên Şengalê li dijî êrîşên komên çete bibin yek.

Cîgira Wezîra Karûbarên Jinan a Herêma Cizîrê Heyfa Erebo di hevpeyvîna xwe ji Ajansa ANHA’yê re got ku komên çete yên DAIŞ’ê di van êrîşên xwe li ser Şengal de dixwestin vîna gelê Kurd û bi taybetî vîna jinên Kurd bişkînin.

Heyfa êrîşên li ser Şengalê şermezar kir û da xuyakirin komkujiyên li Şengalê çêbûn dide xuyakirin ku tu mirovahî li gel van komên çete tune ye.

Heyfa da zanîn ku ew wekî Wezira Jinê piştgiriya Jinên Şengalê yên Kampa Newroz dikin.

Heyfa destnîşan kir ku ew ji bo vekirina Navenda Desteya Jinê ji bo alîkariya jinên Şengalê amadekarî dikin.

Heyfa wiha berdewam kir: “Hejmarek ji jinên Şengalê hatin qetilkirin, hatin revandin û hatin firotin. Ji bo jin  pêşiya van êrîşan bisekine tevlî karê leşkerî, civakî, siyasî û rêxistinan dibin, ji bo kuikaribin li hemberî êrîşên çete bisekinin.”

 

Heyfa bang li hemû rêxistinên jinên  cîhanê  û bi taybetî jinên her çar parçên Kurdistanê kir ji bo li hember komkujiyên çeteyên DAIŞ’ê bi sekinin. Hemû pêkhateyên Rojava ji bo ku li hemberî êrîşên çeteyan yên ku armanca wan şikandina vîna gelê Rojava û bi taybetî vîna jinên Rojava ye bisekinin.

 

(bş/ra)