“Divê kongre bibe rêxistinbûyîna sîwan”
“Divê kongre bibe rêxistinbûyîna sîwan”
“Divê kongre bibe rêxistinbûyîna sîwan”
Endamê KNK'ê Mihemed Emîn Pêncewînî da xuyakirin ku hewldanên ji bo Kongreya Neteweyî ya Kurd di salên 1980 de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatine destpêkirin û anî ziman ku Ocalan hingî girîngiya rêxistinbûyîneke sîwanî li kongreyê bar dikir. Pêncewînî destnîşan kir ku divê kongre peymaneke "Mîsaqî Niştimanî" ava bike û hemû hêzên Kurd mora xwe biavêjin binê peymanê.
Endamê KNK'ê Mihemed Emîn Pêncewînî di bernameya Seko ya Newroz TV a duh de bal kişand ser girîngiya kongreya neteweyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera hêzên siyasî yên Kurd de.
Pêncewînî da xuyakirin ku hewldanên ji bo lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurd di salên 1980'yî de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got, "Hingî, weke yekem heyetek ji Başûrê Kurdistanê, li gel rewşenbîr û siyasetmedaran em çûn Bekaayê û bi Birêz Ocalan re hevdîtin kirin. Mijara herî girîng a di vê hevdîtinê de derket pêş, lidarketina kongreyeke neteweyî bû. Di axaftinên hingî de hat destnîşankirin, ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera hêzên siyasî yên Kurd de, kongreya neteweyî dikare bibe rêxistinbûyîneke sîwanî."
"DIVÊ KONGRE PEYMANEKE MÎSAQÎ NIŞTIMANÎ AVA BIKE"
Pencewînî bi van gotinan nêrîna Ocalan a wê demê li ser kongreya neteweyî anî ziman: "Nêrîna damezrandina kongreya neteweyî li gel Birêz Ocalan xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Birêz Ocalan wê demê weha pêwistiya kongreya neteweyî bi nav kir; hemû xîlafet, nakokiyên siyasî û jihevketina Fîlîstîniyan, di bin sîwana kongreyeke neteweyî de hat çareserkirin. Lewma pêwistiya Kurdan jî ji bo çareser pirsgirêkên nava xwe bi sîwana kongreyekê heye."
Endamê KNK'ê Mihemed Emîn Pêncewînî di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê kongreya neteweyî ya Kurd peymaneke bi navê Mîsaqî Niştimanî amade bike û her alî vê peymanê bi soza şerefê mor bike.
Pêncewînî di dewama helwesta hikûmeta Başûrê Kurdistanê ya li pêşberî Rojavayê Kurdistanê jî rexne kir û got, "Çawa dibe ku di demeke jin, zarok, pîr, kal û ciwan tên kuştin, deriyên sînor tê girtin? Divê tavilê deriyên sînor bên vekirin."