'Divê Kongreya Neteweyî dawî li nakokiyên navxweyî bîne'
'Divê Kongreya Neteweyî dawî li nakokiyên navxweyî bîne'
'Divê Kongreya Neteweyî dawî li nakokiyên navxweyî bîne'
Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb da xuyakirin ku divê kongreya neteweyî dawî li nakokiyên navxweyî yên hêzên Kurd bîne û destnîşan kir ku bi kongreyê re Kurd dikare di nava hevsengiyên herêmê de cih bigirin. Xerîb ji bo sîstema Başûrê Kurdistanê jî bal kişand ser girîngiya avakirina destûreke bingehîn a demokratîk.
Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb ji kovara Kurdistan Report a li Elmanyayê mehane tê weşandin re axivî û Kongreya Neteweyî ya Kurd a di çend hefteyên din wê were lidarxistin û rewşa rêveberî û pirsgirêkên pergalî yên Başûrê Kurdistanê nirxand.
KONGREYA NETEWEYÎ DIKARE KURDAN DI NAVA HEVSENGIYÊ DE BICIH BIKE
Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb da xuyakirin cîhan û bi taybetî jî Rojhilata Navîn di nava krîzeke mezin de ye û ji ber daxwazên gelan û pêşketina zanist, teknolojî û aboriyê re, sîstemên heyî êdî nikarin mîna berê xwe birêve bibin. Xerîb bal kişand ser guhertinên li herêmê rû didin û destnîşan kir ku lidarketina Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê di demeke ewçend girîng de, gelekî watedar e.
Xerîb diyar kir ku Kongreya Neteweyî ya Kurd, ji aliyekî ve ji bo gelê Kurd dibe hêvî, li aliyê din jî dibe sedem ku hêzên deshilatdar polîtîkaya xwe ya der heqê Kurdan de di ber çavan re derbas bike. Xerîb destnîşan kir ku bi vê yekê re, gengaze Kurd roleke aktîv bileyzin û di hevsengiyên herêmê de cih bigire.
KONGRE YEKITIYA KURDAN E, NE LI DIJÎ TI DEWLETÊ YE
Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb ragihand ku armanca sereke ya kongreyê; li ser bingeha parastina nasnameya çandî û siyasî ya Kurd, lihevkombûna beşên cûda yên civaka Kurd e. Xerîb anî ziman ku Kongreya Neteweyî ne li dijî ti hêz û dewletê ye û bibîr xist, ku Komîteya Amadekar a Kongreyê ragihandiye ku ewê ji welatên cîran û hêzên cîhanê re vexwendînameyan bişînin. Xerîb diyar kir ku heta ji hêzên derve ti helwesteke neyînî li pêşberî kongreyê nehatiye nîşandan.
"DIVÊ KONGRE DAWÎ LI NAKOKIYÊN NAVXWEYÎ BÎNE"
Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb da xuyakirin ku Kongreya Neteweyî dikare vîn û stratejiyeke hevpar a Kurdan ava bike û bi vê yekê re Kurd dikarin siyaseteke aktîvtir bimeşîne. Xerîb der heqê nêzîkatiya li kongreyê de jî ev nirxandin kir:
"Divê em di vê kongreyê de li ser hin peywir û prensîbên demokratîk li hev bikin. Ji bo dawî li nakokî û hevqebûlnekirina hêzên Kurd bê anîn, pêwîste ev yek bibe bingeh û pîvanên têkoşîna demokratîk a hundurîn. Kongre bi tenê nayê wateya mijarên neteweyî. Li gel mijarên neteweyî, divê guftugo li ser pîvan û prensîbên demokratîk bên kirin. Mijarên neteweyî û prensîbên demokratîk pêwîst bi hev re bên nirxandin."
"TINEBÛNA DESTÛRA BINGEHÎN A HERÊMÊ, SEDEMA PIRSGIRÊKAN E"
Hevserokê PÇDK'ê Diyar Xerîb der barê mijara paşvexistina hilbijartina Serokatiya Herêmê û gotûbêjên li ser taloqkirina hilbijartinên meclîsa bajaran de bal kişand ser girîngiya destûra bingehîn. Xerîb got, "Sedema van hemû pirsgirêkan tinebûna Destûra Bingehîn e. Ji ber vê yekê deshilatdariya herêmê xwe dixe şûna qanûn û destûra bingehîn. Rêveberî jî li gorî têgihîn û pêdiviyên xwe nêzî pêvajoyê dibe."
"SEDEMA PAŞVEXISTINÊ RÊVEBERIYA HERÊMÊ YE"
Xerîb ragihand ku sedema sereke ya paşvexistina hilbijartinan rêveberiya herêmê ye û û got, "Rêveberiyê xwest projeyeke destûra bingehîn a beriya çar sal û nîvan amade kiribû pêşkêşî referandûmê bike. Li gorî vê destûrê jî Mesûd Barzanî careke din dikarîbû xwe weke namzetê serokatiyê nîşan bide. Nerazîbûnên li hemberî vê rewşê hatin nîşandan bûn sedem ku ji bo sererastkirinên destûrê bên kirin, dema Serokatiya Barzanî were dirêjkirin. Lê diviya bû ev kar par bihata destpêkirin û hilbijartinên serokatiya herêmê û meclîsa bajaran nehatiba paşvexistin."
Xerîb diyar kir ku ew weke PÇDK li ser bingeha avakirina destûreke demokratîk, pêkanîna edaleta civakî, bidawîkirina sextekarî û çareseriya pirsgirêkên civakî û neteweyî dixebitin û di bingeha karê wan ê hilbijartinê de jî wê ev hebe.