‘Divê Kurd wek hêza sêyemîn beşdarî kongireya Cenvre-2 bibin’
‘Divê Kurd wek hêza sêyemîn beşdarî kongireya Cenvre-2 bibin’
‘Divê Kurd wek hêza sêyemîn beşdarî kongireya Cenvre-2 bibin’
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdula da zanîn ku êrîşên komên çete ên li dijî Rojavayê Kuridistanê bi pêşniyara wan ya Rêveberiya Demî ji Rojavayê Kuridistanê û nêzîkbûna kongereya Cenevre-2’an destpêkirine.
Hevseroka PYD’ê Asya Ebdula di civîna gel ku PYD’ê bi armanca nirxandina Rêveberiya Demî li Rimêlan a Girgê Legê hate lidar xistin de axivî. Ebdulah, diyar kir ku êrîşên komên çekdar ên li dijî Rojava piştî pêşniyara Rêveberiya Demî pêk hatine. Asya Ebdula, di civîna ku li navenda Saziya Nûrî Dêrsimî ya Rumêlan hate lidarxistin destnîşan kir ku projeya Rêveberiya demî ji aliyê partiya wan ve hatiye pêşniyarkirin û piştre ji aliyê hemû partî, rêxistinên Rojava hatiye erêkirin. Ebdula, destnîşan kir ku heta niha di çarçoveya rêveberiyê de gelek gavên giring avêtine û gelek sazî, partî û dezgehên asûrî, suryanî, ereb û ermenî re hevdîtin kirine.
Derheqê êrîşên komên çete yên li dijî Rojava Hevseroka PYD’ê Asya Ebdula bibîr xist ku êrîş bi armanca têkbirin û valakirina herêmên Rojava û dagirkirina herêmê pêk hatine. Asya Ebdula da zanîn ku hin çeteyên kurd jî di nava êrîşan de cihê xwe digrin.
Derheqê kongreya Cenvre-2 Ebdula derbirî ku pêwîste gelê kurd weke hêza 3’yemîn tevlî kongirê bibe û xwestekên xwe pêşkêş bike.