Divê polîtîka Rojava û pêvajoya aştiyê bi hev re bimeşin
Divê polîtîka Rojava û pêvajoya aştiyê bi hev re bimeşin
Divê polîtîka Rojava û pêvajoya aştiyê bi hev re bimeşin
Pisporê Rojhilata Navîn rojnamevan-nivîskar Mete Çûbûkçû, Li Rojavayê Kurdistanê kuştina sivîlan a ji aliyê El Nûsra ve ji ANF'ê re nirxand û diyar kir ku divê Tirkiye gotin û polîtîkaya xwe ya Kurd ên berê biguherîne. Çûbûkçû da xuyakirin ku Kurd bi hêzeke mezin ji nû ve derketine ser rûpelên dîrokê û bibîr xist ku rejîma Esad hebe yan tinebe, Kurd wê êdî li pozîsyona xwe ya berê venegerin. Çûbûkçû destnîşan kir ku pêwîste polîtîkaya Rojava û pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê bi hev re di nava ahengiyê de bimeşe û destnîşan kir ku pêşerojek bi Kurdên li Sûriyê re li ser bingeha dostanî, biratî, cîranî, aştî û xizmî, wê li gorî berjewendiyên Tirkiyê be. Der heqê girtina deriyê sînor li Kurdan Çûbûkçû got, "Tirkiyeya ku 200 hezar Sûriyeyî kiriye mêvanê xwe, her hal wê xizmên xwe yên Kurd ji vê alîkariya însanî bêpar nehêle, divê nehêle."
-Hûn êrîşên li dijî Rojava çawa dinirxînin?
Rojava, hem ji aliyê şerê li Sûriyê hem jî ji aliyê polîtîkaya Tirkiyê ya li se Sûriyê, gihaşt qonaxeke ku nedihat texmînkirin. Bi taybetî, rêya sêyemîn a Kurdan û helwesta mûxalefeta Sûriyê ku ji destpêkê ve mûxalefeta netewî ya Kurd li derveyî xwe hişt, bû sedem ku Kurd xwe zêde nêzî mûxalefeta Sûriyê nek. Ji ber ku daxwazên Kurdan ji aliyê mûxalefeta Sûriyê ve nehat qebûlkirin, hînê jî nehatiye qebûlkirin. Tirkiyê ji destpêkê ve bawer dikir ku mûxalefeta Sûriyê wê di demeke kurt de rejîma Esad têk bibe, lewma Kurdên li Sûriyê cidî negirt. Lê belê Kurdan, pariyên Kurd dest danîn ser bajarên Kurdan û piştî ku hin rêxistinên mîna El Nûsra ji hin nuqteyan qewirand û rêbazeke nû ya rêveberiyê derxist holê, Tirkiye neçar ma rewşeke hilbijêre. Tirkiye di ware dîtneyî de polîtîkaya xwe guhert. Her çend bi temamî xwe nêzî Kurdên li Sûriyê nekiriye jî, lîderê PYD'ê Muslîm vexwend û bi awayekî sergirtî be jî nas kir. Hevdîtin û danûstaninên ne fermî, êdî fermî bûn. Hem ji bo Tirkiyê, hem jî ji bo PYD'ê pêşketineke girîng e. Lê belê Tirkiye hînê li Rojava xwedî helwesteke zelal a ji bo PYD'ê nîne. Weke ku li benda endama pevçûnên navbera hêzên PYD û Nûsra ye. Tirkiyê li hemberî Nûsra helwestek zelal nîşan nedaye. Herçend rayedarên fermî hin daxuyaniyan li dijî Nûsra didin jî di pratîkê de tiştek nehatiye guhertin.
RASTERAST NEBE JÎ BI SERGIRTÎ ALÎKARÎ JI NÛSRA RE TÊ ŞANDIN
-Tê gotin Tirkiye ji bo eniya El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê çekan peyda dike û mîna kampên li vê derê, çawa perwerde da Artêşa Sûriyeya Azad, perwerdeyê dide Nûsra. Lê Wezareta Karên Derve ev derewand. Gelo ku bi vê daxuyaniya derewandinê, bi bawer in?
Alîkariya siyasî û leşkerî ya Tirkiye dide mûxalefeta Sûriyê, ji destpêkê ve tê zanîn. Vê rewşê rayedarên fermî jî erê dikin. Li Dîlon, Stenbol, Sêrt hin civînên siyasî û leşkerî tên lidarxistin. Gelekî tê gotin ku ji El Nûsrayê re alîkariya çekan tê dayîn û endamên El Nûsra ji sînorên Sûriyê dikevin hundurê Tirkiyê û derdikevin. Herî zêde çapemeniya Rojava vê tîne ziman. Bi awayekî zelal ev îdîa nehatine redkirin. Weke wek jî got ji Wezareta Karên Derve hin daxuyaniyên ku îdîa dike alîkariyê nade El Nûsra hat, lê daxuyaniyeke giştî ya fermî di vî warî de heta niha nehatiye dayîn. Li vê derê rewşeke bi vî rengî heye, Tirkiye bi awayekî vekirî piştgiriyê dide Artêşa Sûriyeye Azad (AA), çek pere dikçe ji AA re. Gengaz e ku parvekirina çek û pereyên ji AA re tê şandin, ne yekser be jî bi awayekî veşartî ji diçe ji El Nûsra re. Yan jî eniya El Nûsra dest datîne ser vê.
DIVÊ ÊDÎ TIRKIYE DEST JI DAXUYANÎ Û POLÎTÎKAYÊN XWE YÊN BERÊ YÊN DER HEQÊ KURDAN DE BERDE
- Vexwendina Hevserokê PYD'ê Salih Muslîm li Stenbolê, gelo taktîkeke hikûmeta AKP'ê ya ji bo sergerandin û şikandina hakîmiyetê ye yan jî nîşaneya guhertina polîtîkaya Tirkiyê ya der heqê Kurdan de ye?
Ev yek li gorî nêrînan diguhere. Lê ez bi vî rengî fêm dikim; PYD'ê dema li Serêkaniyê cara yekemîn ala YPG'ê çikand, nerazîbûnek derket holê. Tuyê bêjî qey Tirkiye bi wê alê PYD anî bîra xwe, halbûkî li wê herêmê PYD û Kurd hebûn û li herêmê serdestiya xwe têkûz kiribûn. Tirkiyê gotin û polîtîkaya xwe ya berê ya der heqê Kurdan de, demeke dirêj li Sûriyê dewam kir. Ew gotinên berê çi bûn? Gotinên ku bere ji Kurdistana Iraqê re dihatin gotin; 'Emê nehêlin li wir herêmek bê avakirin, emê destûrê nedin rewşeke de facto'. Ev xetên ku weke xetên sor dihatin binavkirin, ne tam be jî neçar ma nerm bike. Ji ber ku bi pêvajoya aştiyê re eleqedar, ket nava neçariyê. Wekî din Tirkiye êdî nekarî pêşveçûna Kurdan li herêma Kurdan a li Sûriyê ji nedîtî ve bê. Bangawaziya li Hevserokê PYD'ê Salim Muslîm a ji bo hatina Tirkiyê, ji aliyê hin derdoran ve weke hişyarkirina wî, ji aliyê hin derdoran ve jî wke hewldaneke têkiliyen fermî bi PYD'ê re hat nirxandin. Lê ev hemû nîşan nade ku Tirkiye di polîtîkaya xwe de guhertinên mezin kiriye. Ev diyalog, rewşeke erênî ye. Ev jî heye: Dest nade pevçûnên navbera PYD û El Nûsra, dibêjî qey dixwazin ew hev bikujin. Lê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê wer xuyaye wê polîtîkaya Tirkiyê ya kevin a der heqê Kurdên li Sûriyê de neçarî guhertinê bike. Hevdîtin û danûstandinek li holê heye. Di vê mijarê de çiqasî bi lezgînî tevbigerin, çiqasî bi lez dest ji polîtîkayên berê were berdan, wê ewçend jî bi xêr be. Ji ber ku pêşeroja Tirkiyê ne bi El Nûsra re ye. Pêşeroja Tirkiyê bi biratî, wekhevî, aştî, têkiliya xizm û cîraniya bi Kurdan re ye.
-Rejîma Baas a duh ji Rojava vekişiya, îro gundên Kurdan bombebaran dike, hûn vê çawa dinirxînin?
Pêwîste ti hêzên li dijî rejîma li Sûriyê şer dikin, baweriya xwe bi rejîmê re nîne. Kî dibe bila bibe, yên li dijî rejîmê têdikoşe, lê li hemberî rejîmê xwedî sekneke xurt be. Ev rewşa ku we niha behs kirin; rejîm ji bo hêza xwe ya leşkerî parçe neke, herêm terikandibû. Dema xwe komî ser hev kir û xwe bi hêz dît, êdî ber xwe da herêma ku însiyatîf ji mirovên din re hiştibû. Lewma pêwîste di vê mijarê de gelekî bi dîqet bin, her tim di alarmê de bin.
- Di rewşeke ku li Rojava komkujî tê kirin û ambargoyeke giran heye de, gelo girtina deriyên sînor bi Başûrê Kurdistanê re tê çi wateyê?
Ji destpêka pêvajoya Sûriyê ve, bi kombûna mûxalefeta Kurd li Hewlêrê re, Herêma Kurdistana Iraqê helwesta xwe nîşan da. Telqîn dida û ji PYD'ê re digot li dijî rejîmê li ber xwe bide, bi awayekî aştiyane li ber xwe bide û heta êrîş nebe, li dij dernekevin. Xwe zêde nêzî PYD'ê ne dikir û bi Tirkiyê re polîtîka bi awayekî hêsayî dimeşand. Lê belê têkiliya Tirkiyê ya bi PYD'ê re, bi sedana Barzanî ya li Enqerê re rewş hinekî guherî.
-Çawa guherî?
Herêma Kurd a Iraqê di nava xwe de û di nava Iraqê de ji xwe xwedî pirsgirêkên cidî ye. Problema wê ya bi hikûmeta navendî ya Iraqê re mezin e, li wir aramî nîne. Bi artêşa hikûmeta navendî re hatine pêşberî hev, ji aliyê din ve peymanên petrolê hene. Ji ber vê yekê, nikare helwesteke zelal nîşan bide. Ji aliyê din ve jî dixwaze rewşa li Sûriyê zelal bibe, bibîne. 11 partiyên Kurd ên nêzî wê hene, lê PYD di warê siyasî û leşkerî de ji van hemûyan bi hêztir e. Rêveberiya Kurdistana Iraqê destpêkê xwe nêzî PYD'ê nekir. Partiyên Kurd ên nêzî Barzanî, zêde li Sûriyê ne bi hêz in. Pevçûneke lîderiyê hat meşandin. PYD niha serdest e. Ji ber vê yekê Rêveberiya Kurd a li Iraqê, li Sûriyê hem helwesteke zelal nîşan neda hem jî nekarî serdestiyê werbigire. Niha rewş hinekî nermtir xuya dike. Divê Rêveberiya Kurd a Iraqê PYD'ê li derveyî xwe nehêle, PYD jî rêveberiya Kurd a li Iraqê cidî bibîne. Ji ber ku pêwistiya wan bi hev ve hene. Di warê siyasî de ji hev cûda bin jî lê di warê alîkariya însanî de, divê teqez deriyên sînor bên vekirin.
KURD WÊ ÊDÎ LI POZÎSYONA XWE YA BERÊ VENEGERIN!
-Gelo bêdengiya welatên Rojava a li hemberî komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê divê çawa bê dîtin?
Li vê derê, ji Yekitiya Ewropayê ta Tirkiye hemû dewlet, lîstikên xwe dileyzin. Pevçûnên berê yên emperyal, bi rêya şerên wekaletî bi şêweyên cûda dewam dikin. Li vê derê jî dînamîkên cûda mijara gotinê ne. Ev pêvajoya 2,5 salan a bi serîhildanan destpê kir, Kurd weke hêzeke xurt a Rojhilata navîn, ji nû ve derxist ser rûpelên dîrokê. Kurd wê weke parvekirina piştî 1. Şerê Cihanê, bi xemsarî tevnegerin. Di vê nuqteyê de hevsengiya Ereb-Kurd gelekî girîng e, divê neyê jibîrkirin. Li dû van hemû pêşketin û bûyeran, hem li Kurdistana Iraqê hem jî Kurdistana Sûriyê divê ev baş were zanîn: Eger Ereb û Kurd wê bi hev re bijîn, ev yek ya wê bi sîstemeke xweser yan jî federatîf be. Bêbaweriyek bi dehan salan li holê heye. Esad hebe jî tinebe jî êdî Kurd wê li pozîsyona xwe ya berê venegerin. Li Sûriyeyeke bê Esad, wê Komara Ereb-Kurd an jî sîstemeke mîna ya Iraqê ava bibe. Welatên din jî, wê li gorî berjewendiyên xwe nêzî vê rewşê bibin. Ne pêvajoyeke hêsan e. Divê baldarî, biryardarî û hevsengî li ber çavan bên girtin. Ji ber ku zemîneke şematok e. Eger peşeroja Sûriyê bi azadî, demokrasî û wekheviye dibe, hingî ev ji herêmên xweser derbas dibe. Kes li ser kesî zordariya etnîkî, mezhebî û olî nikare ferz bike. Ji ber vê yekê Sûriyeyeke bi serdestiya mezhebek, olek an jî nasnemeyeke etnîkî, nabe.
DIVÊ DERIYÊN SÎNOR TAVILÊ BÊN VEKIRIN
- Li gorî rêveçûna îro, gelo xeteriyek şerê Ereb-Kurd dixuye?
Belê tiştekî bi vî rengî xuya dike. Ji ber ku eger rejîm bi hêz bibe û berê xwe bide bakur, wê bi Kurdan re şer bike. Li vê derê şerê ji çend eniyan heye. Di bingeha êrîşên El Nûsra li dijî PYD'ê de cûdahiyeke cidî ya îdeolojîk heye. Yek jê şerîatperest ê din laîk e. Bêguman divê ev kod mîna li Tirkiyê tê fêmkirin, neyê xwendin. Ezmûna dîrokî ji me re dibêje ku Kurd mîna li Iraqê dixwaze li Sûriyê jî bi Ereban re li gel hev bijîn. Navê vê jî dikare bibe Rêveberiya Kurdistana Sûriyê.
- Herî dawî tiştekî hûn dixwazin lê zêde bikin heye?
Eşkereye ku pêvajoya li Sûriyê wê mîna berê nebe. Em nizanin wê çi bibe, lê bi pêvajoya aştiyê re, dostanî, biratî, têkiliya xizmî û cîranê ya bi Kurdên li Sûriyê re, wê li gorî pêşeroj û berjewendiya Tirkiyê be. Ji ber ku divê pêvajoya aştiyê û poLîtîkayên ji bo Kurdên li Sûriyê di nava ahengiyekê de bimeşin. Divê Tirkiye di destpêkê de li cihên şer lê nîne deriyên sînor veke û destûrê bide derbasbûna alîkariya însanî. Tirkiyeya ku 200 hezar Sûriyeyî kiriye mêvanê xwe, her hal wê xizmên xwe yên Kurd ji alîkariyê bêpar nehêle, divê nehêle. Çawa ku me destê alîkariyê dirêjî birayên xwe yên Ereb kirin, divê em heman nêzîkatiya însanî ji birayên xwe yên Kurd re jî nîşan bidin. Dîrok, nêzîkatiyên însanî dinivîsîne û nêzîkatiyên însanî li derveyî hemû nêzîkatiyên îdeolojîk, olî û mezhebî ne. Lewma divê tavilê hevgirtina bi Kurdên li Sûriyê re pêk were.