‘Dîwarê şermê’ bi zincîra mirovan hat protesto kirin

‘Dîwarê şermê’ bi zincîra mirovan hat protesto kirin

Diwarê ku di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de tê lêkirin bi zincira mirovan hat protesto kirin.

Li navçeya Mêrdînê Nisêbînê bi hevkariya Rêxistina BDP’ê û KESK’ê bi meşekê “Dîwarê şermê” hat prtotesto kirin.

Li Nisêbînê bi sedan kesên ku li Parka Demokrasiyê kombûyîn heya dibistana Seretayî ya Yildirinê meşiyan. Di meşê de bênavber sloganên "Faşîst AKP ji Kurdistanê bi cehime”, "Em dîwarê şermê naxwazin", "Bijî berxwedana Rojava", "Bila sinor rabin, diwar bi herifin" gotin. Li ser sinor li ser navê girseyê Rayedarê Egitim Sena Nisêbînê Abdullah Gokçe, daxuyanî da û got: “ "Ne têlan, ne jî mayînan karî me parçe bike. Ev diwarê şermê yê ku AKP di xwaze lê bike nikare gelê Kurd parçe bike.”

Gokçe da diyar kirin ku bi rexmê ku sinor bi têlan hatiye girtin jî  wek gel her dem hebûna xwe îspat kirîne û destnîşan kir ku sinor ji bo wan  bê wate bûne.

Gokçe, da diyar kirin ku coxrafyaya Kurdan a di navbera Tirkiyê û Sûriyeyê de bûye cihê tirsê û wiha domand: “ Tirkiye xwe li şoreşa Rojava nagire. Bi çeteyan re ketiya nava hevkariyê, sankî wê di nava şoreşa tê kirin de bixeniqe. Wê yekê nabîne li milê din hevil dide ku bi dîwar têkilên meyên fîzîkî qut bike. Em qet rê nadin vêyekê.”

Piştî daxuyaniyê girseyê li himberî polîsan zincîra mirovan çêkir û 5 deqîqa çalekiya rûniştinê pêkanîn.