‘Dîwarê şermê li pêş çareseriyê hatiye lêkirin’

‘Dîwarê şermê li pêş çareseriyê hatiye lêkirin’

Dîwarê şermê yê dewleta Tirk di navbera Nisêbîn-Qamişlo, Serêkaniya ser xetê-bin xetê û Efrîn-Kîlîsê de lê dike, li nerazîbûna rojnamevan-nivîskar Mete Çûbûkçû û pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût hat. Çûbûkçû û Bûlût destnîşan kir ku ev dîwar li pêş çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye lêkirin. Çûbûkçû bibîr xist ku gava behsa dîwar tê kirin, destpêkê Fîlîstîn tê bîra mirovan û got, "Her dîwar çi zû çi dereng dê hilweşe." Bûlût jî ragihand ku lêkirina dîwarê şermê samimiyeta desthilatdariyê ya di mijara pirsgirêka Kurd de nîşan dide û got, "Desthilatdariyê ji ber ku nekarî dest li Rojava werde, çeteyên çekdar daf da û xwest bingeha pevçûna Kurd-Ereb derxîne holê. Ev dîwarê tê lêkirin, di heman demê de nîşaneya têkçûna vê polîtîkaya dorpêçî û gefê ye."

‘HER DÎWAR TÊ WATEYA FÎLÎSTÎNÊ...’

Rojnamevan-Nivîskar Mete Çûbûkçû da xuyakirin ku demekê gava behsa dîwar dihat kirin dîwarê Berlînê destpêkê dihat bîra mirovan û anî ziman ku dema dîwarê Berlînê hat hilweşandin hêviya cîhaneke bê dîwar hat zimên, lê mixabin ev hêvî li Îsraîl û Fîlîstînê ev hêvî têk çûye. Çûbûkçû bibîr xist ku dewleta Îsraîlê dîwarekî ji 700 kîlometreyî ku piraniya wê di nava axa Fîlîstînê re derbas dibe lê kiriye û destnîşan kir ku ev dîwarê bi fînansmana Emerîkayê hatiye lêkirin herçend navê ewlekariyê lê hatiye kirin jî di rastiyê de dîwarekî şermê ye.

‘DÎWAR ÇI ZÛ BE ÇI DERENG BE DÊ HILWEŞIN’

Çûbûkçû got, "Li ku dera cîhanê dibe bila bibe, çi li Tirkiye-Sûriye çi li Rojava-Tirkiye, her dîwar dê Fîlîstînê bîne bîra mirovan. Divê ev neyê ji bîrkirin, dîwar ji bo hilweşandinê tên lêkirin, çi zû çi dereng."

Çûbûkçû diyar kir ku lêkirina dîwar bi taybetî li herêma Kurdan, mirovan dixe nava fikaran û destnîşan kir ku divê were lêpirsîn çima dîwar li sînorê 900 kîlometre yê Sûriyê bi temamî nayê lêkirin, lê bi tenê li herêmên Kurd lê dijîn tê lêkirin.

Çûbûkçû got, "Tirkiyeya ku dema bi PKK'ê re xwedî pirsgirêkan bû dîwar lê nedikir, lê çima niha lê dike, ev yek pirseke mezin e" û anî ziman ku di vê dema pêvajoya aştiyê de lêkirina vî dîwarî dê encamên baş bi xwe re nîne.

‘TIRKIYE POLÎTÎKAYÊN EWLEKARIYÊ YÊN BI RÊBAZÊN BERÊ DEWAM DIKE’

Çûbûkçû ragihand ku ev dîwarê tê lêkirin bi tezên Tirkiyê re nakok e û got, "Herçend Tirkiye îdîa bike ku ev dîwar ji bo pêşîgirtina li derbasbûna penaberên bê kontrole jî, lêkirina vî dîwarî li Kurdên li aliyê Sûriyê nêrîn û fikareke din diafirîne. Tirkiye bi xurtî dîwarê şermê yê li Îsraîlê rexne dike. Di rewşeke bi vî rengî de lêkirina dîwaran li herêmên Kurdan hem di warê exlaqî hem jî di warê vîzyona polîtîka derve de nakokiyeke gelekî mezin e."

Çûbûkçû da xuyakirin ku herçend Tirkiyê bi PYD'ê re têkilî danîniye jî mejiyê Tirkiyê di mijara Kurdan de ne zelal e, ev rewşa tê jiyîn jî nîşan dide ku Tirkiye hînê di vî warî de polîtîkayek neafirandiye. Çûbûkçû diyar kir ku Tirkiye hînê bi rêbazên berê polîtîkaya ewlekariyê dimeşîne.

BÊBAWERIYA KURDAN A JI TIRKIYÊ DÊ ZÊDETIR BIBE

Çûbûkçû anî ziman ku pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyê û pêşeroja Kurdên li Sûriyê bi hev re dimeşin û bibîr xist ku dîwarên bi bahaneya ewlekariyê tên lêkirin, ji bilî perçekirin û qutkirina gel û civakan ji hev, bi kêrî tiştekî din nayên. Çûbûkçû ragihand ku mînaka vê ya herî girîng li Fîlîstînê hatiye jiyîn û got, "Ev dîwarê tê lêkirin, dê fikar û gumanên Kurdên li Sûriyê û Kurdên li Tirkiyê yên der barê polîtîkaya Tirkiyê de, zêdetir bike."

BÛLÛT: NÎŞANEYA BERÇAV A MEJIYÊ PERÇE BIKE Û RÊVEBIBE

Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût jî diyar kir ku ev dîwar dudilî û nakokiya di mejiyê desthilatdariyê de radixe ber çavan û destnîşan kir ku ev yek di heman demê de nîşaneya samîmiyeta hikûmetê ya di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de ye. Bûlût got, "Ev yek nîşan dide ku mejiyê; ez çiqasî Kurdan perçe bikim ezê ewçend jî karibim wan birêve bibin, hînê li ser desthilatdariyê ye. Li pêşiya Kurdan êdî ne bendên fikrî, bendên berçav, dîwaran lê dikin. Bi vî mejî bi vê têgihiştinê, pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin."

‘POLÎTÎKAYA DESTHILATDARIYÊ YA BI DESTÊ ÇETEYAN TINEKIRINA ROJAVA, TÊK ÇÛYE’

Bûlût diyar kir ku ev dîwarên tên lêkirin di heman demê de mejiyê îdeolojîk ê desthilatdariya AKP'ê nîşan dide û got, "Desthilatdariyê ji ku ber nekarî yekser dest li Rojava werde, bi alîkariya lojîstîkî û siyasî, bi rêya çeteyên çekdar dixwest bingeheke pevçûna Kurd-Ereb an jî Kurd-Îslamiyên radîkal derxîne holê. Lê belê ji ber ku ev bi ser nexist, îro vî dîwarî lê dike. Ev yek tê wê wateyê ku gef û dorpêçiya desthilatdariyê li Rojava têk çûye."

‘DESTEK SIBÊ DIBE ASTENG’

Bûlût hişyarî da ku ev mejî û pêkanînên desthilatdariyê sibê dikare lê vegere û li desthilatdariyê bixe û got, "Çeteyên çekdar ên îro destekê didin wan, mîna ku gelek caran di dîrokê de hatine dîtin, mixabin ewê lê vegerin. Sibê dusib eger ev çeteyên çekdar li Tirkiyê vegerin, dê ev yek ji bo me hemûyan bibe felaketek."