Dixwazin Hevseroka PYD'ê di herêma bê kontrol re derbas bikin!
Dixwazin Hevseroka PYD'ê di herêma bê kontrol re derbas bikin!
Dixwazin Hevseroka PYD'ê di herêma bê kontrol re derbas bikin!
Vegera heyeta Rojava ya di nav de Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah jî heye, bi hinceta "destûrên pêwîst nîne" rastî astengiya rayedarên dewleta Tirk hat. Wezareta Karên Hundir ferman da rayedaran ku Hevseroka PYD'ê Asya Abdullah û heyeta pêre di herêma sînor a bê kontrol re derbas bibin.
Hevseroka Giştî ya PYD'ê Asya Ebdullah û heyeta li gel wê li ser banga BDP'ê û KCD'ê hatin Amedê û beşdarî mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê bûn. Heyeta PYD'ê û Rojava piştî çend rojan li Amedê bi saziyên sivîl ên civakî re hevdîtin pêk anîn îro xwest dîsa vegere Rojava. Heyeta PYD'ê li gel Hevserokên KCD'ê Ehmet Turk û Aysel Tugluk, Parlamenterê BDP'ê yê Mêrdînê Erol Dora, Şaredarê Qoserê Ferhan Turk Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokhan û rêveberên BDP'ê hatin Sînorê Rojava. Heyeta ku ji bo vegerê çû ser sînor, li deriyê Sînorê Rojava û Dirbêsiyê yê Qosera Mêrdîn bi awayekî kêfî hat rawestandin. Fermandarê Alayê, Heyeta Rojava ku di nav de Ebdullah jî heye li Sînrorê Dirbêsiyê bi hinceta "destûrên pêwîst" tune asteng kir.
Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk, bertek nîşanî helwesta Fermandarê Alayê da û li Wezîrê Karên Hundir Muammer Guler geriya û xwest pirsgirêk bê çareserkirin. Lê Wezareta Karên Hundir ferman da rayedarên leşkeriyê û xwest heyetê di sînorê "Herêma 81'an" ku wekî herêma bê kontrol tê binavkirin û bi têlan hatiye pêçan re derbas bikin.
Ebdullah û heyeta li gel wê bertek nîşanî vê daxwaza Wezîrê Karên Hundir da û daxwaza wan red kir. Heyeta PYD'ê li gel Ahmet Turk, Aysel Tugluk, Erol Dora, Ferhan Turk û Ayşe Gokhan derbasî şaredariya Qoserê bûn û li benda bersîva Fermandariya Hêzên Bejayî rawestiya. Hat zanîn ku Wezîrê Karê Hundir carek din ji Ebdullah û heyeta li gel wê xwest ku di di herêma bê kontrol re derbasî Rojava bibe.