Diyar bû ku li pişt êrîşên bombeyî li Efrînê El Partî heye

Diyar bû ku li pişt êrîşên bombeyî li Efrînê El Partî heye

Li Efrînê, di operasyona hêzên Asayîşê ya der barê êrîşên bombeyî yên li Efrînê ku di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 kes hatin binçavkirin. Her du kesên ku aşkera bû endamên El Partî ne, li gunehê xwe mukur hatin û anî ziman ku wan bombeyên di êrîşan de bikaranînê ji avahiya El Partî anîne.

Hêzên Asayîşê yên Efrînê, di çarçoveya lêpirsîna der heqê du êrîşên bombeyî yên li bajêr de 2 kes kirin binçavan. Hat hînbûn kesên hatine binçavkirin Çîger Hemo û Beyazit Mehmo Mûhammed ê bi navê kod Bozan e.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên Asayîşê hatin wergirtin, Çîger Hemo û Beyazi Mehmo Mûhammed bi navê kod Bozad di lêpirsînê de li xwe mukur hatine ku wan êrîş pêkanîne. Li gorî vê yekê, Hemo li xwe mukur hat ku wî êrîşa bombeyî ya li qada civakî ya 22'ê Tebaxê pêk aniye, ku di encamê de ji heman malbatê 3 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Beyazit Mehmo Mûhammed bi navê kod Bozan jî li xwe mukur hat ku êrîşa bombeyî ya li dijî Akademiya Çapemeniya Azad a 4'ê Îlonê bi xwe kiriye.

Aşkera bû ku berpirsyarên her du êrîşên bombeyî endamên El Partî ne. Bi Beyazit Mehmo Mûhammed ê bi navê kod Bozan, der barê bûyera 4'ê Îlonê te tetbîqat hat çêkirin.

Mûhammed anî ziman ku wî bombe ji avahiya El Partî ji destê kesekî navê wî nizane ve girtiye, vî kesî der barê cihê bombe lê were teqandin agahî daye wî û jê xwestiye ku êrîşê di navbera 21.13 û 22.30 de pêk bîne.

Bozan, di tetbîqata li avahiya El Partî de cihê ku bombe jê ragihiştiye, nîşan da. Di dema tetbîqatê de rêveberên El Partî jî amade bûn. Balkêş bû ku cihê Bozan nîşan da, gelek vexwarinê bi alkol hebûn.

Di dema tetbîqata li Akademiya Çapemeniyê ya Azad de jî, gelê li derdorê nerazîbûn nîşan da. Girseya gel xwest, ku Asayîş wî bersûcî teslîmî wan bike. Asayîşê bi zorê hêrsa gel rawestand.

Piştî tetbîqatê bersûc Mûhammed birin navenda asayîşê. Lêpirsîna der barê bûyerê de dewam bike û tê payîn hin kesên din bên binçavkirin.