Diyar TUHAD-DER rêveberên xwe yên nû diyar kirin
Diyar TUHAD-DER rêveberên xwe yên nû diyar kirin
Diyar TUHAD-DER rêveberên xwe yên nû diyar kirin
Diyar TUHAD-DER'ê di 3. Kongireya xwe ya awarte de Seroka Komeleya xwe Derya Us helbijartin.
Li Salona Resepsiyonê ya Parqa Sumerê ya Amedê Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan ya Amedê (Diyar TUHAD-DER), 3. kongireya xwe ya awarte lidarxistin. Di Kongireyê de Seroka TUHAD- FED'ê Zubeyde Teker, rêveberên BDP'ê, berendamên Şaredariyan, MEYADER, GOÇ-DER, İHD, TMMOB, Komeleya 78'an ya Amedê, Komeleya Berastengan, aktîvîstên Meclisa Dayîkên Aştiyê û bi sedan malbatên girtiyan amade bûn. Di salonê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, yên qadrûyên pêşengên PKK’ê ku di sala 1982'an de li Girtîgeha Amedê di gireva birçîbûnê de jiyana xwe jidestdane M.Xeyrî Durmuş, Alî Çîçek, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz li gel yên ku di qirkirina Parîsê de jiyana xwe jidestdane Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin hildan. Di Kongirê de Seroka TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker axivî û diyarkir ku lidarxistina Kongireyê encama berxwedana hevalên wan ya 40 salane û got: "Bi salane em ji tunebûnê hatin vê astê û niha jî pêvajoyekî ku mohra xwe li demê bixe dijîn. Xeyal û berxwedana hevalên me yên li girtîgehan û rastiya gelê kurd mohra xwe li dunyayê xistiye. Di vê pêvajoyê de malbatên girtiyan yên birûmet rêberiyê ji mere dikin. Şaşiyên ku me kirine em hewildidin rastbikin." Rêveberê Diyar TUHAD-DER Cahît Demîrkiran jî nirxandina pêvajoyê kir.
Piştî xwendina rapora xebatîn xwe bi yek lîsteyê çûn hilbijartinê. Di hilbijartinê de Seroka Diyar TUHAD-DER Derya Us, ji bo rêveberiya Komeleyê jî Cahît Demîrkiran, Mehmet Çetîn, Hêvidar Boşkuş, Bekir Orak, Fahrî Azbay û Fîdan Ozbay hatin hilbijartin.