DMME’ê polîsên serbest hatin berdan mehkum kir

DMME’ê polîsên serbest hatin berdan mehkum kir

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê, polîsên ku di bin çavan de tundî pêkanî û “Ji ber sedema berdewamiya sûc nehatiye dîtin” serbest hatibûn berdan, Tirkiye mehkum kir.

Li Îzmîrê di sala 2002’an de kesê bi navê Gokhan E. ku bi awayek ne li ser hişên xwe li taksiyê siwar bû, dema ku bi hevalên xwe re nîqaş kir mijar derbazî qereqolê bû. Gokhan E. ku li qereqolê rastî êrîşa polîsan hat, ev rewş bi raporan hate belgekirin.

Ji 10 polîsên li dadgehê hatin darezandin 4 jê ji ber muameleya xirap sûcdar hatin dîtin, 6 polîs jî hatin berdan. Piştî ku Dadgeha Bilind biryar xirapkir, dadgehên herêmî polîs 3 mehan mehkumî cezayê girtîgehê kirin. Her wiha piştre dujîn gotina Gokhan E weke mijara tehrîkê hate nirxandin û aşkera kirina hikum hate paşde xistin.

Di biryara dadgehê de di derbarê polîsan de îbareyekî bi awayê “Ji ber sedema berdewamiya sûc nehatiye dîtin” jî cih girt.

Biryara doza ku derbazî DMME’yê kirin, biryar da ku tehrîk kirine ne hincete ku li dijî kesekê muameleya xirap were kirin û her wiha Tirkiye bi dayîna 19 hezar 500 euro pere ceza kir.

Li aliyê din jî Tirkiye ji ber mesrefê dadgehê jî dê hezar euro’yan bide.