DMME’yê di doza Hatîp Dîcle de Tirkiye mehkûm kir

DMME’yê di doza Hatîp Dîcle de Tirkiye mehkûm kir

Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) serlêdana Mehmed Hatîp Dîcle ya 2004’ê kiribû aşkera kir. DMME’yê biryar da ku Dewleta Tirk mafê azadiya fikir ya Dîcle asteng kiriye.

DMME derbarê serlêdana Dîcle ya ku bi hinceta di nivîsekê de hikumet rexne kiriye û li Tirkiyeyê hatiye mehkûm kirin biryara xwe da. DMME’yê di biryara xwe de aşkera kir ku, dewleta Tirk 10’mîn madeya azadiya fikir ya Hevpeymaniya Mafê Mirovan ya Ewropayê binpêkiriye. Li gorî biryarê dewleta Tirk dê li gel mezaxtinên Dîcle ên dadgehê jî dê 4 hezar 500 Euro pere bide.