DOKH: Divê jin jî mudaxilê pêvajoya çareseriya demokratîk bên kirin
DOKH: Divê jin jî mudaxilê pêvajoya çareseriya demokratîk bên kirin
DOKH: Divê jin jî mudaxilê pêvajoya çareseriya demokratîk bên kirin
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH)di derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê ya di 21'ê Adarê de da daxuyaniyek nivîskî da û xwest jin jî mudaxilê pêvajoya çareseriya demokratîk bên kirin.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) di derbarê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza Amedê de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, divê jin di pêvajoya nû ya ku hatî destpêkirin de bi rengekê aktîf tevlî bibin û wiha hat gotin: "Di vê dema ku em ketine di pêvajoya ku di pirgirêka Kurd de çareseriya demokratîk, di pêşniyar û daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de tê xuya kirin ku, pirsgirêka jinê bi çareserkirina rizgariya demokratîk û teybetmendiya karektera jiyana azad ve girêdayî ye. Bi vê yekê nûnertiya jinê ya ku mudaxilê pêvajoyê bibe hatiye aşkera kirin.
DIVÊ JIN DI KOMÎSYONA AQILMENDA DE BI RENGEKÊ HEVPAR CIH BIGIRE
DOKH'ê bal kişand ser heyetên ku ji aliyê hikûmetê ve ku ji bo pêvajoyê hatine avakirin û wiha bilêv kir: "Di van heyetan de temsîliyeta jinan tuneye. Hikûmet bi siyaseta baviksalarî dixwaze pêvajoyê bixwe destê xwe. Weke ku çawan di heyetên hatin avakirin de temsîliyeta jinê hat asteng kirin, tê xwestin ku pêvajoya Komîsyona Aqilmendan jî bêy jin bê bi rêve birin. Ev pirsgirêk bi awayeke vekirî bandora xwe li ziman jî dike. Saziya ku bi navê Mirovên Aqilmend dihat binav kirin, çardin bi navê 'Zilamên bi aqil' hat pênase kirin. Em bang li hikûmetê di kin ku, di çarçoveya daxwaz û pêşniyarên rêxistinên jinan de di komîsyona Aqilmêndan de jinên aqilmend jî cih bigirin."