DOKH'ê 8'ê Adarê diyarî Sakîne, Fîdan û Leylayê kir
DOKH'ê 8'ê Adarê diyarî Sakîne, Fîdan û Leylayê kir
DOKH'ê 8'ê Adarê diyarî Sakîne, Fîdan û Leylayê kir
Tevkarên DOKH'ê bernameya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê aşkera kir û anîn ziman ku, ew bernameyê diyarî 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin dikin.
Tevgera Jinên Azad û Demokratîk (DOKH) têkildarî 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ya Cîhanê li Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Ceren ya Şaredariya Peyasê civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementera BDP'ê Nursel Aydogan, Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker, Berdevka Meclîsa Jinên BDP'ê Pelîn Yilmaz, Koordînatora Navenda Jinê ya EPÎDEM'ê Neslîhan Başak û gelek nûnerên saziyên jinan tevlî civîna çapemeniyê bûn. Di salona civînê de wêneyên 3 jinên Kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin. Koordînatora Navenda Jinê ya EPÎDEM'ê Neslîhan Başak daxuyanî xwend û wiha got: "Polîtîkayên li hemberî jinê tên meşandin, komkujiyên li dijî jinê rewa dikin. Di rewakirina vê de wezareta jinê veguherandin wezareta malbatê û jin fedayî saziya malbatê hate kirin."
BERNAMEYÊN 8'Ê ADARÊ DIYARÎ 3 JINÊN KURD HATE KIRIN
Başak diyar kir ku, zagonên keda jinê nabînin hatin derxistin û bi vê yekê mafê jiyanê û axaftinê yê jinê hate sînorkirin û wiha axivî: "Dîsa Zagona ŞONÎM û navendên girêdayî rêveberiyên herêmê ya ramana AKP’ wan kontrol bike û azadiya navenda jinan ji holê rabike ye. Ev pêkanîn dê encama polîtîkayên zayendî û dewletê de pêk tên. Em zagona ŞONÎM qebul nakin." Başak da zanîn ku, ew ji Rosayan heta Sakîne Cansizê ji têkoşîna zayendî, çînî û neteweyî tu tawîzan nadin û bernameyên dê di 8'ê Adarê de li dar bixin diyarî Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin dikin.
BERNAMEYA 8'Ê ADARÊ HATE AŞKERAKIRIN
Başak destnîşan kir ku, ew dê 8'ê Adarê bi slogana "Ji Ocalan re azadî ji Qirkirinê re na" pîroz bikin û wiha pê de çû: "Dê di 2'ê Adarê de li Riha, Êlih û Mêrsînê bi mitîgan em dê starta bernameyan bidin. Di 3'ê Adarê de li Gurgumê em dê ber bi gora Fîdan Dogan ve meşekî girseyî li dar bixin. Di 8'ê Adarê de jî em dê li Dêrsimê ji bo bîranîna Sakîne Cansiz mitînga fînalê li dar bixin."
Başak da zanîn ku, di çarçoveya bernameya 8'ê Adarê de dê li 16 bajar û navçeyan meş, şahî, panel û daxuyaniyên çapemeniyê li dar bixin.