DOKH’ê banga tevlîbûna meşa Amarayê kir
DOKH’ê banga tevlîbûna meşa Amarayê kir
DOKH’ê banga tevlîbûna meşa Amarayê kir
Tevgera Jina Azad û Demokratîk (DOKH) biboneya ku gel bi eleqeyek mezin tevlî Newrozê bû spasiyên xwe ji gel re anîn ziman û bang li her kesî kir ku, tevlî meşa Amarayê bibin. DOKH'ê destnîşan kir ku, tevgera wan fikr û ramanên Ocalan di asta herî bilind de xistiye aqilê xwe.
Tevgera Jina Azad û Demokatîk (DOKH) ji ber ku di 21'ê Adarê de bi milyonan gelê Kurd bi coş û kelecana herî mezin û dîrokî tevlî Newroza bi şîara "Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statu" bûye û li peyama Ocalan bûye spasiyên xwe anîn ziman. DOKH'ê bi nivîskî daxuyanî da û ji ber tevlêbûn û eleqeya gelê Kurd a Newrozê spasiyên xwe anîn ziman. DOKH'ê di daxuyaniya xwe de wiha got: "Newroza 2013'an ku ji bo kurdan roja berxwedan û Azadiyê de di cîhanê re bi awayekî herî dîrokî hatiye pîrozkirin. Bi milyonan mirovan bi ruh û hişê Rêber Apo re bûn yek.
Bi milyonan gelê Kurd girêdana xwe ya ji dil û mejî di Newroza Amedê de ji gelê cîhanêre îspat kir. Gelê kurd îsal bi şîara 'Ji Ocalan re azardî ji gelê kurd re statu' Newroz pîroz kir. Bi vê pîrozbahiya dîroki mizgîniya jiyanek nû û azad daye gelê Rojhilata Navîn. DOKH jî peyama Rêber Apo di dil û hişê xwe de fam kiriye û bi dil û mejiyê xwe re kiriye yek. Wekî hêza Moderniteya Demokratîk ev perspektif ji xwe re kiriye rêgeh û têkoşîna xwe ya azadî û demokrasiyê bilind kiriye."
'EM BANG LI HEÛ JINAN DIKIN KU TEV LI MEŞA AMARA BIBIN'
DOKH'ê bang li jinên Kurd û gelê Kurd kir û xwest di 4'ê Nîsanê hemû kes tevlî Meşa Amara bibin. DOKH'ê da zanîn ku, Newroza 2013'an bû Newroza raperîn û girêdana Rêberê Gelê Kurd û dê bi vî ruh û coşê bimeşin Amara û Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi şîara 'Ji Rêber Apo re Azadî, ji Kurdistanê re Çareseriya Demokratîk" pîroz bikin. DOKH'ê bang li hemû jin û gelê Kurd kir û xwest tevlî meşa Amara bibin. DOKH'ê dîsa Newroza her kesî pîroz kir û ji gelê Rojhilata Navîn re azadî xwest."