DOKH'ê êrîşa li hemberî jinan şermezar kir

DOKH'ê êrîşa li hemberî jinan şermezar kir

Aktivîstên Tevgera Jina a Azad û Demokratîk (DOKH) a Amedê êrişa ku duh li hemberî jinên tevlî mitînga 8'ê Adarê ya li Kadikoya Stenbolê hate lidarxistin bûn şermezar kir.

Nûnerên Saziyên jinan ên li Navenda Cerenê hatin cem hev bi daxuyaniyekê êrîşa li hemberî jinan şermezar kirin.

Li ser navê Saziyên Jinan Koordînatora Dîkasûm'ê Ozlem Ozen daxuyaniyê xwend û balkişand ser tundiya li hemberî jinan û got: "Di van rojên ku têkoşîna jinê bilind dibe de li hemberî jinan êrîş pêk tên. Li Mêrdînê zaroka jina ducanî ji ber çû, li Stenbolê nijadperestan li hemberî jinan provakasyon pêk anîn û êriş kirin. Van êrîşên tên kirin ji ber tirsa rêxistinbûyina jinê ye."

Ozen da zanîn ku, ew dê li hemberî serdestiya zilam serê xwe netewînin û êrîşan şermezar kir.