DOKH û Roboskiyan di 645’mîn roja komkujiyê de meş pêkanî

DOKH û Roboskiyan di 645’mîn roja komkujiyê de meş pêkanî

DOKH û malbatên Roboskiyê, di roja 645'emîn komkujiya Roboskî de meş li darxist. Mecran Encu li ser navê malbatên Roboskê daxuyanî da û diyar kir ku, dewlet nasname daye wan; lê tu car edaletê nedaye gelê Kurd.

Li gundê Roboskê ya girêdayê navçeya Qilebanê ya Şirnexê, bi pêşengiya DOKH'ê ji bo 34 ciwanên Kurd ku di encama bombekirina balefirên şer ên artêşa Tirk de di 28'ê Kanûna 2011'an de hatin qetilkirin meş li darxist. Beriya meşê endamên DOKH'ê û malbatên Roboskiyê li qada gundê Bêcuhê li hev civiyan. Jinan wêneyên 34 Kurdên hatine qetilkirin û kesên bi kiryarên nediyar ên di 90'î de hatin qetilkirin rakirin.

Pankarta li ser aîdê Dêrsim û Roboskî hene nivîsa "Ji duh bo îro çi guherî" meş hate li darxistin û bê navber diruşmeyên wekî "Qatil Erdogan", "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Qatil dewlet dê hesab bide" qîr kirin. Meşa bi çepik, tîlîlî û fiskaniyê pêk hatî heta goristanê hatin û li vir ji bo bîranîna 34 kurdan û kesên di têkoşîna demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hate girtin.

Li ser navê malbatên Roboskiyê, dayîka Vedat Encu Mecran Encu daxuyanî da û diyar kir ku, dewletê nasname daye wan, lê tu car edaletê nedaye gelê Kurd. Encu da zanîn ku, ji bo ew dest ji têkoşîna xwe ya lêgerîna mafê xwe berdin AKP xwes bi riya gef û bi tirsê bitepsîne. Encu got: "Lê em malbat ji têkoşîna xwe ya mafdar heta dilopek xwîna xwe ya dawî dest jê bernadin."

Li ser navê DOKH'ê jî Civaknas a Navenda Piştevaniya Jinên Sîtiya Zîn Esîn Karahan daxuyanî da û anî ziman ku, hikumet li hember vê hovîtiyê helwesteke dûrî cidiyetê nîşan da û pêwîstî bi lêkolîna komkujiyê nedîtin û di serî de jî yên ev komkujiyî pêkanîn xelat dane wan. Karahan wiha got: "Ew roj li Roboskiyê yên hatî qetilkirin ne tenê 34 can bûn bi wan re dayîkên wan, xwişk, malbat û xeyalên wan hatin qetilkirin. Divê biryara veşartinê li ser dosyayê bê rakirin, pêvajoya lêpirsîn û darazê zelal bikin, sûcdar û berpirsiyar derxin holê û ceza bikin."