Dosya 11 gundiyên hatin qetilkirin di kêliya dawî de ji nû ve vebû
Dosya 11 gundiyên hatin qetilkirin di kêliya dawî de ji nû ve vebû
Dosya 11 gundiyên hatin qetilkirin di kêliya dawî de ji nû ve vebû
Dosyaya li ser qetilkirina 11 gundiyan, ku li gundê Alaca yê navçeya Amed Pasûrê di sala 1993'an de ji aliyê leşkerên ser bi Tabûra Komando ya Çiyê ya Jendermeyan a Bolûyê ve hatin binçavkirin û windakirin û piştre di sala 2004'an de bi hewldanên ÎHD'ê hestiyên wan li goreke komî hatin dîtin, rojek beriya dem bi ser derbas bibe, bi îfadeya gumanbar Yavûz Erturk re ji nû ve vebû. Rêvebera Şaxê ÎHD'ê ya Amedê Parêzer Rahşan Bataray da xuyakirin ku ew kêfxweş in; ji ber di roja dawî ya dembihurî de dosya ji nû ve vebû.
Dosyaya li ser 11 gundiyên di sala 1993'an de li gundê Alaca yê navçeya Pasûrê hatin windakirin, rojek beriya bi sedema dembihuriyê were girtin, ji nû ve vebû. Dozgeriyê du bûyerên cuda yên windahiyê kir yek û 'biryara girtina' fermandarê tûgahê yê hingî Yavûz Erturk derxist. Erturk duh weke gumanbar li Edliya Stenbolê îfade da. Bi vî rengî dema dembihuriyê betal bû.
Piştî ku di ser bûyera windahiyê 11 sal derbas bûn di 4'ê Mijdara 2004'an de di encama hewldanên ÎHD'ê de li herêma Keper a gundê Alacayê hestî û tiving hatibûn dîtin. Rêveberên ÎHD'ê yên Amedê li gel komek ji gundiyan çûbûn herêmê, hestî lêkolîn kiribûn û bi fermana dozgeriyê re hestiyên 9 kesan bi kîsan radestî dozgeriyê hatibûn kirin. Di rapora Saziya Tipa Edlî ya sala 2005'an de hatibû diyarkirin ku yek ji hestiyan yê Mehmet Salîh Akdemîz, yê din ê Behçet Tûtûş û hestiyên din jî yên 'herî kêm ê neh kesên mezin e.'
ÎFADEYA ERTURK HAT GIRTIN
Di ser vê raporê re tam neh sal derbas bûn û dosya dê sibê bi dema dembihuriyê bihata betalkirin. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, di lêpirsîneke cuda ya Dozgeriya Komarê ya Amedê ya li ser bûyerê de, Fermandarê Tûgaha Komando ya Çiyê ya Bolûyê Yavûz Erturk, duh li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê hat lêpirsîn. Piştî ku der heqê wî de biryara girtinê hat dayîn, Erturk duh li Edliya Stenbolê îfade da. Dozgeriya lêpirsînê, li gel vê bûyerê bûyera qetilkirina 4 kesan li heman navçeyê û bûyereke din a windahiyê ya li Çewlikê kir dosyayek. Der heqê Fermandarê Tûgahê yê wê demê Yavûz Erturk de ku navê wî di her sê dosya de derbas dibû, biryara girtinê hat dayîn û hat hînbûn ku bi îfadedayîna Erturk a weke gumanbar re, pîvana dembihuriyê ya li ser dosyayê rabûye.
PIŞTÎ 20 SALAN
Rêvebera ÎHD'ê Şaxê Amedê Parêzer Rahşan Bataray ku parêzeriya dosyayê dike da xuyakirin ku ev yek gaveke erênî ye û diyar kir ku li gel delîl û daxuyaniyen şahidên bûyerê jî, ji destpêka bûyerê û vir ve ti tişt nehatiye kirin. Bataray da xuyakirin ku ev 20 sal in ew li gel malbatan têkoşîna huqûqê dimeşînin û destnîşan kir ku bi îfadedayîna Yavûz Erturk a weke gumanbar re, pêvajoyeke nû destpê kiriye.
DMME DI SALA 2002'AN DE MEHKÛM KIRIBÛ
Gundiyên Alaca yên ser bi Pasûrê di 9'ê Cotmeha 1993'an de ji Şenyayla ketibûn rê û vedigeriyan gund. 11 gundî ji aliyê Fermandariya Tûgaya Komando ya 2. a Bolûyê ve hatibûn binçavkirin. Tûgaya bi fermandariya General Yavûz Erturk, gundî 9 rojan ragirt. Yek ji binçavkiriyan Mehmet Salîh Akdemîz ê 67 salî bû. Hevsera Akdenîz Pembe Akdenîz dema xwarin ji gundiyan re bir dîtibû ku gundî bi destgirêdayî li erdê hatine dirêjkirin. Akdenîz hevserê xwe du 10 gundiyên tin careke din nedît. 11 gundî hatibûn windakirin.
Serdozgeriya Pasûrê bi îdîaya "Dibe ku pêwendiya çalakiyê bi PKK'ê re heye' di sala 1994'an ragihand ku dosya ne karê wê ye û ji Serdozgeriya DGM ya Amedê re şand. DGM'ê jî diyar kir ku ti delîl nîne ku PKK'ê gundî qetil kiriye û bi vî rengî dosya vegerand. Lêpirsîna nû ya li ser hewldanên ÎHD'ê hat vekirin jî, bi hinceta dikeve çarçoveya tawanên leşkerî, ji Dozgeriya Leşkerî ya Fermandariya Baskê 7. ê Artêşê yê Amedê re hatibû şandin. Dozgeriya leşkerî jî der heqê lêpirsînê de gaveke biçûk jî neavêtibû. ÎHD'ê dosya bir ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û DMME di sala 2002'an de Tirkiye bi dayîna tazmînateke giran mehkûm kiribû.