Doza 47 siyasetmedarên Kurd dê sibe berdewam bike

Doza 47 siyasetmedarên Kurd dê sibe berdewam bike

Yekemîn rûniştina doza di derbarê 17 jê girtî 47 siyasetmedarên Kurd de li Mêrdînê hatiye vekirin, li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê pêkhat.

Li Mêrdînê 9’ê Kanûna 2012’an di bin navê “Komîsyona Edaletê ya KCK’ê” de operasyon pêkhat û di derbarê 17 jê girtî bigiştî 47 siyasetmedarên Kurd de doz hate vekirin û rûniştina yekem li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê pêkhat. Di rûniştinê de bersûcên girtî û serbest li gel parêzer amadebûn, her wiha gelek xizmên girtiyan jî tevlî rûniştinê bûn.

Di rûniştina ku tesbîta nasnameyan hate kirin, îdianameya 2 hezar û 900 pelî hate xwendin. Balkêş bû ku di îdianameyê de li hev anîna malbatên di navbera wan de şer heyî, çareserkirina pirsgirêkên malbatan û çareserkirina pirsgirêkên navbera hevjînan de weke sûc hatiye lanse kirin. Piştî xwendina îdianameyê, 7 girtiyan birêya werger parastina xwe bikurdî kirin. Bersûcan îdiayên derbarê xwe de red kirin.

Heyeta dadgehê doz taloqî sibe kir.