Doza destdirêjiya li dijî A. hate taloq kirin
Doza destdirêjiya li dijî A. hate taloq kirin
Doza destdirêjiya li dijî A. hate taloq kirin
3'emîn rûniştina doza tecawiza xwendekara Amadeyî ya 14 salî A. li Dadgeha Cezayên Giran a Mîdyatê pêkhat. Heyeta dadgehê derbarê bersûc H. K. de biryara berdewama girtinê da û doz taloq kir. Piştî rûniştinê xizmên bersûc êrîşî malbata A. kirin.
3'emîn rûniştina doza tecawiza xwendekara Amadeyî ya 14 salî A., ku li Yurda Xwendekarên Amadeyî rastî destdirêjiyê hatibû li Dadgeha Cezayên Giran a Mîdyatê hat dîtin. Ji bo şopandina rûniştina dozê endam û rêveberên Navenda Jinê ya Peljin a Dêrikê, Navenda Jinê ya Gulşilav a Nisêbînê û Navenda Jinê ya Nuda a Qoserê, Baroya Mêrdinê, Şaxa ÎHD'ê ya Mêrdînê Platforma Şaxan a KESK'ê, Genel-Îş, rêveberên BDP'ê, Meclisa Jinê ya BDP'a Nisêbînê, Prz. Reyhan Yalçindag, ji Wezareta Polîtîkayên Malbat û Civakê Prz. Hulya Yazan Gunay û gelek kesên din li salona dadgehê amade bûn. Bersûc H.K di bin dorpêça polîsan de anîn salonê. Polîsan li derdora salonê tedbîrên mezin girtin.
Jinên ku ji bo dozê bişopînin hatin Mîdyatê destûr nehat dayîn ku derbasî salonê bibin. Jinên ku li ber edliyê kom bûn pankartên "Bêdengiya li hemberî destdirêjiyê hevpariya wê ye", "Bêdeng nemîne teşîr bike" vekirin û bê navber siloganên "Hişmendiya tecawizkar ji Kurdistanê bicehime" û "Yûrdên cemaetê hêlîna tecawizê" qîr kirin.
Komê li dora avahiya edliyê tûr avêtin û çalakî pêk anîn. Lê piştî girseyê dest bi meşê kir, hêzên çevîk ên polîs barîkat ava kirin û destûr nedan jin çalakiyê pêk bînin. Civaknasa Navenda Jinê ya Nuda Emiîe Konak bi polîsan re nîqaş kir û piştî nîqaşan li vir daxuyanî dan. Emîne Konak li vir daxuyanî da û hişmendiya zilam û dewletê şermezar kir. Konak anî ziman ku, ew dê heta dawî van dozan bişopînin û destûr nadin ku ev hişmendî li vir bi ser bikeve. Piştî daxuyaniyê girse dîsa meşiya ber deriyê edliyê. Jinan li vir bi çepik, tilîlî u siloganan çalakiya xwe berdewam kir.
Heyeta dadgehê jî piştî îfadeyan derbarê tecawizkarê A., yê bi navê H.K., de berdewama girtinê da û doz taloqî 5'ê Kanûnê kir.
XIZMÊN H.K. ÊRÎŞÎ MALBATA A., KIRIN
Piştî xizmên H. K. ji salona dadgehê derketin li ber deriyê salona dadgehê êrîşî malbata A., û nûnerên saziyan kirin. Nûnerên ÎHD, Prz. Ehmed Arikan, Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî, Prz. Reyhan Yalçindag rastî êrîşa fîzîkî hatin.
Piştî êrîşê Serokê Baroya Amedê Prz. Tahir Elçi da diyarkirin ku, berdewama girtina bersûc keyfxweşiye wiha got: "Divê li aliyekî bersûc û sûcdar girti bên darizandin û li aliyê din jî mexdûr û xizmên mexdûran bên parastin. Lê mixabin niha em vê yekê nabînin. Em dibînin ku xizmên mexdûran rastî êrîşê tên.
Li Mîdyatê sala par xwendekara Amadeyî ya 14 salî A., li Yurda Xwendekarên Jin a Taybet rastî destdirêjiya mamoste û xwendekarekî hatibû. Piştî vê bûyerê derbarê de mamoste û xwendekaran de li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran Mîdyatê doz hat vekirin. Doza ewil îro bi dawi bû û taloqî 5'ê Kanûnê kirin.
Îlhamî Oremar