Doza esasî ya 'KCK'ê ya Stenbolê dewam dike
Doza esasî ya 'KCK'ê ya Stenbolê dewam dike
Doza esasî ya 'KCK'ê ya Stenbolê dewam dike
6. rûniştina doza esasî ya "KCK"ê ya Stenbolê di roja duyemîn de bi parastina siyasetmedarên Kurd dewam kir.
6. rûniştina doza esasî ya "KCK"ê ya 97 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd û aktîvîstên mafên mirovan tên darizandin li Dadgeha 15. a Cezayê Giran a Stenbolê di roja duyemîn de berdewam dike. Di rûniştinê de ligel siyasetmedarên girtî 6 jî yên bi awayekî li derve tên darizandin û parêzerên wan beşdar bûn. Gelek xizmên girtiyan jî li salona dadgehê dozê dişopînin.
Di rûniştina serê sibehê ya dozê de endamê berê yê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê siyasetmedar Hasan Ozguneş parastina xwe bi rêya wergêrê kurdî yê ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Stenbolê ve hat diyarkirin da. Ozguneş di parastina xwe de bal kişand ser xebatên BDP'ê yên di gilînameyê de îllegal tên nîşandan û got ku tevayî xebatên di gilînameyê de wek sûc hatine nîşandan li gorî rêvebernameya BDP'ê bi awayekî qanûnî û aşkera hatine kirin. Ozguneş axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di gilînameyê de Konseya Bajêr a Stenbolê, wek pêkhateyeke îllegal hatiye pêşkêşkirin û wek organeke KCK'ê hatiye nîşandan. Dîsa tevayî xebatên BDP'ê wek xebatên KCK'ê hatine nîşandan. BDP, wek partî bi rêya meclîsan xwe bi rêxistin kiriye û înîsiyatîfa gel esas wergirtiye. Endamên partiyê yên ciwan û jin jî rêxistinbûyînên xwe bi rêya meclîsan pêk anîne. Ev di rêvebernameyê de jî hatiye destnîşankirin. Li hember vê di Qanûna Partiyên Siyasî de tu astengiyek nîn e."
Ozguneş di parastina xwe de têkildarî Akademiyên Siyasetê yên BDP'ê ku di gilînameyê de bi KCK'ê tên girêdan jî got, "BDP xwe wek navgîneke civak û siyasetê dibîne û bi vê zanebûnê tevdigere. Azadî, demokrasî û polîtîkbûyîna civakî ji bo me esas e. Li ser vî esasî jî akademiyên siyasetê ava bûne. Di çarçoveya rêvebernameya partiyê de hatine avakirin. Armanca wê ev e ku vê ferasetê di nav civakê de belav bike."
Doz bi parastina Ozguneş berdewam dike.