Doza Eylem Pesen disa hate taloqkirin

Doza Eylem Pesen disa hate taloqkirin

Rûniştina doza biryarê ya cînayeta Eylem Pesen a ku dema ducaniya 6 mehî bû ji aliyê hevjînê xwe Kerem Çakan ve hat qetilkirin ji ber bersûc Çakan tevlî rûniştinê nebû taloqî 19'ê Adarê hat kirin.

Rûniştina biryarê ya doza Eylem Pesen a ku ducaniya 6 mehî ya di 17'ê gulana 2009'an de li taxa Şabaniyeyê ya Wanê ji aliyê hevjînê wê Kerem Çakan ve destpêkê bi darbeyên kêrê birîndar kir û pişt re bi wesayîtê bi ser re derbas bû û qetilkir li 2'mîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê hate dîtin. Di rûniştina di 12'ê sibatê de xizmên Pesen ji ber zextên xizmên Kerem Çakan êdî tevlî rûnşitinan nabin daxwazname dabû dadgehê. Çakan di rûniştinên borî de gotibû wî ji ber "hesudiyê" hevsera xwe kuşt cînayeta kirî weke tiştekî "asayî" nîşan da.

Muşavîra Hiqûqê ya girêdayî Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî Prz. Gulenur Seîd, saziyên jinan ên Wanê Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD), Kooperatîfa Kargeh û Çanda Hawirdora Jinê (YAKA-KOOP) û Komeleya Jinê ya Mavî Golê ya Wanê dê tevlî rûntina bûn. Dayîk û bavên Pesen Herdem û Nurettîn Pesen ji ber zextan bi parastina polîsan tevlî rûniştinêbûn. Ji ber ku malbat di rûniştinên din de daxwaznameya xwe ya giliyê paşve kêşandibûn parêzer jî tevlînebûn.

‘EM DIXWAZIN BERSÛÇ BÊCEZAKIRIN'

Parêzera ji wezaretê hatî Prz. Paşaoglu xwest ku, bersûç Çakan bêcezakirin. Paşaoglu diyar kir ku, malbata Pesen rastî zextan tê û xwest ku parêzer tevlî rûniştinê bibin. Pişt re parêzerê Çakan Dogan Ozgokçe xwest ku daxwaza parêzeran a malbatê bê redkirin û xwest ku bersûç Çakan tahliye bibe. Piştî re dayîka Pesen Herdem Pesen axivî û wiha got: "Em ji bersûç gilîdar in. Em dixwazin bêcezakirin."

RÛNIŞTINA BIRYARÊ DI 19'Ê ADARÊ DE YE

Piştî axaftinan heyeta dadgehê ji ber bersûç Çakan tevlî rûniştinê nebûye rûniştin taloqî 19'ê Adarê kir. Rûniştina borî ji ber parêzerên Çakan tevlî nebibûn rûniştin hatibû taloqkirin.