Doza JÎTEM ya Cizîrê ber bi dawiyê ve diçe

Doza JÎTEM ya Cizîrê ber bi dawiyê ve diçe

Di doza kuştinên kiryar nediyar ên navbera salên 1993-1995'an de li navçeya Şirnex Cizîrê rû dan de, ku Fermandarê berê yê Jendermeyan ê Bajarê Kayseriyê Albay Cemal Temîzoz, Şaredarê berê yê Cizîrê Kamîl Atak û îtirafkaran tên darizandin, heyeta dadgehê ji bo amadekirina mutalayê dosya radestî dozgeriyê kir.

Di doza rûniştina doza JÎTEM-Cizîrê ya li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê de, Cemal Temîzoz, îtirafkar Hidir Altûg, Abdulhakîm Guven, Adem Yakin û çawişê pispor Bûrhanettîn Kiyak û bersûcên serbest Kamîl Atak û Tamer Atak amade bûn.

Ji bersûcan Kamîl Atak bi parastina polîsên sivîl ket hundirê salonê û balkêş bû ku îtirafkar Adem Yakin jî destê sercerdevan Kamîl Atak maçî kir. Di rûniştinê de ewraqa ji dosyayê re hat şandin, hat xwendin. Dûre dozgeriyê, ji bo amadekirina mutalayê xwest dosya jê re bê dayîn û di heman demê de xwest ku rewşa girtî ya bersûcan dewam bike.

Bersûc Hidir Altûg û Abdulhakîm Guven sûcên xwe qebûl nekirin û xwestin werin berdan. Bersûcê serbest Kamîl Atak û Temer Atak jî îdîa kirin ku ew ne sûcdarin û xwestin werin berdan.

Ji bersûcan Adem Yakin jî anî ziman ku delîl hemû wî piştrast dikin, lê li gel vê jî girtî ye. Yakin îdîa kir ku di nava darizandina 4.5 salan de bîrên asîtê yên mirinê, zêviyên mirinê yên tinene, nehatine aşkerakirin û got, "Di 4.5 salan de di darizandinê de ti pêşketin nebû. Hûn bi piştgiriya çapemeniyê vê dikin."

Li ser vê yekê Serokê Dadgehê hişyarî da Yakin û got, "Me ev kir? Dema hûn parastina xwe dikin, li gotin û zimanê xwe dîqet bikin."

Li ser îfadeyên Adem Yakin parêzerê mexdûran Tahîr Elçî mafê axaftinê wergirt û got, "Yek ji bersûcên doza kuştina Mûsa Anter Albay Savaç Gevrekçî der barê Adem Yakin de hin daxuyanî dan. Got Adem di nava JÎTEM'ê de demeke dirêj xebitiye. Anî ziman ku hingî der heqê wî de gelek gilî û gazin hebûn. Em dixwazin ev dosya were xwestin."

Di rûniştina dozê de yek ji bersûcan çawişê pispor Bûrhanettîn Kiyak diyar kir ku ew di sala 1992'an de di yekîneya komando ya parastina lûleya petrolê ya Botaşê de wezîfedar bû û got, "Li qada Botaşê bîra asîtê jî, pîreke normal jî nîne. Li wê derê wezîfeya me, li dijî serdegirtinên PKK'ê avêtina kemînan bû. Me bi fedekarî wezîfeya xwe bicih anîn. Ji bo al danekeve, ji bo welatê xwe em têkoşiyan. Piştî 20 salan weke xayinê welat em tên darizandin."

Kiyak xwe wiha parast, "Eger ez sûcdar bûma, ezê bi xwe neçûbûma TEM a Enqerê û îfade nedabûya. Li Şaxê Têkoşîna li dijî Terorê ya Amedê, wezîfedarekî bi berçavk xwest, xwe bi bûyera şahidê veşartî nêzî min bike. Komîser, ji bo min bike şahidê veşartî xwest min qanih bike. Ji min re gotin ewê min ji dosyayê rizgar bikin. Eger rewşeke min a bi vî rengî hebûya, minê şahidiya veşartî qebûl bikira."

Dadgehê dûre parastina Fermandarê berê yê Jendermeyan ê Bajarê Kayseriyê Cemal Temîzoz girt. Temîzoz îdîa kir ku tevî wî hemû narkokî daniye holê jî dadgeh vê li ber çavan nagire û got, "Dema ez li dijî sûc têdikoşiyam, feqek wiha danîn pêşiya min. Ez nizanim ev kî ne. Hin navên nikarim bînim ziman hene. Lê ezê bi sergirtî be jî rave bikim. Li ser vî karî burokratekî payebilind heye. Parêzerên mexdûran dikevin arşîvê û yek bi yek li ewraqan digerin."

Temîzoz diyar kir ku dema wî wezîfe dikir Cizîr ji bo PKK bûbû "herêma rizgarbûyî" û hewl dan hemû sûcên kiriye bi sedeman rave bike. Dadgehê ji bo dewama Cemal Temîzoz navbera nîvro da rûniştina dozê.