Doza ‘KCK’ê a sereke’ sibe dom dike
Doza ‘KCK’ê a sereke’ sibe dom dike
Doza ‘KCK’ê a sereke’ sibe dom dike
Dê sibe jî îqameya delîlan ya endamê Komîsyona Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk ya DTP’ê Tûran Genç ku di çarçoveya “doza sereke ya KCK’ê” de tê darezandin, berdewam bike.
Li Amedê 59’mîn rûniştina doza ku derbarê 97 girtî 175 siyasetmedarên Kurd ên di çarçoveya “doza sereke ya KCK’ê” de li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê pêktê, berdewam kir. Di rûniştina ku qeydên deng ên têkildarî endamê Komîsyona Rêveberiya Herêmî û Ekolojîk ya DTP’ê Tûran Genç de hatin xwendin, di qeydên tapeyê de nexrêya dê li Amedê di hilbijartinên herêmî de bê diyarkirin weke “sûc” hatin dîtin.
Balkêş bû ku, axaftinên Genç ên dema pêşwazîkirina Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ya Amedê û pêre îtifaq nekirin weke “sûc” hatiye dîtin. Her wiha di îdianameyê de hevdîtinên bi Rêxistinên Civaka Sivîl, rexnekirina nûnerên rêxistinên sivîl, nîqaşên li ser “modela şaredariyên azad”, nirxandinên weke qutkirina girêdanên dewlet û şaredariyan “sûc” hatine dîtin.
Genç anî ziman ku, di serî de bersûcan weke “KCK/Meclisa Tirkiyeyê” nîşandan, hewil têdayîn ku hemû xebatan illegalize bikin û got: “Di encam de ev modeleke. Me çawa ku xweseriya demokratîk pêşkêşî meclisê kir, me ev sîstem jî pêşkêş kir. Ez dizanim ku, ji destpêkê ve heya îro dozger têkildarî şaredariyên azad yek hevok negotiye. Dema ku li Tirkiyeyê xweseriya demokratîk pêşket, wê demê dê demokrasî pêkbê. Êdî li Tirkiyeyê rêveberiya navendî kar nake. Ev kêmasiyeke. Di sedsala 21’an de êdî dewlet xwe li ser rêveberiyên xweser birêxistin dikin.”
Piştî parastina Genç, ji bo xwendina qeydan, doz ji bo sibe hate taloq kirin.