Doza KCK'ê ya Mêrdînê destpê kir

Doza KCK'ê ya Mêrdînê destpê kir

2'emîn rûniştina doza KCK'ê ya Mêrdînê ku 18 jê girtî 49 siyasetmedarên Kurd hene li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê destpê kir.

2'emîn rûniştina doza 18 jê girtî 49 siyasetmedarên Kurd ya Mêrdîne ku di bin navê "KCK"ê de pêk hat, destpê kir. Rûniştina dozê di bin tedbîrên polîsan de destpê kir. Doza KCK'ê ya Mêrdînê ku 18 jê girtî 49 siyasetmedarên Kurd tên darizandin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê serê sibê destpê kir. Di 18'ê Cotmeha 2011'an de li dijî siyasetmedarên Kurd ên Mêrdîn operasyon pêk hatibû.

Di operasyonêde 18 kes hatibûn girtin û di derbarê 49 kesên hatibûn binçavkirin de doz hatibû vekirin. Hevserokê BDP'ê yê Mêrdînê Tarik Acar, Serokê BDP'ê yê berê Cemal Veske û Alî Aslan, Rêveberê BDP'a berê Hamza Vurgun, endamê BDP'ê Orhan Ablak, Gulten Yildiz, Ahmet Temel, Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê yê berê Dogan Angay, Endamê Egitim Senê Seyfettin Yavuz, Rêveberê ÎHD' Mêrdînê Veysî Parilti, Endamê Meclîsa Şaredariya Qoserê Osman Akkoyun, Hamît Turan, Adîl Başaran, endamên Meclîsa Giştî ya Bajar M. Tahir Adal jî di nav de 18 kes girtî 49 kes bi îdîaya "Endamên PKK-Kongra-Gel in", "Çalakiyên derzagonî organîze kirine" û "li ser navê rêxistinê sûc kirine" tên darizandin.

Di rûniştina dozê de hemû siyasetmedarên girtî û 7 siyasetmedarên serbest hatin darizandin. Rûniştin bi xwendina îdîanameyan berdewam dike.