Doza KCK’ê ya sereke dê sibe dom bike

Doza KCK’ê ya sereke dê sibe dom bike

Doza KCK’ê ya sereke ku 97 jê girtî bigiştî 175 siyasetmedarên Kurd têne darezandin dê sibe dom bike.

Operasyona ku di bin navê “KCK’ê” de hate kirin û di nav de parlementer, şaredar û parêzvanên mafê mirovan jî heyî 97 jê girtî bigiştî 175 siyasetmedarên Kurd têne darezandin, îro 59’mîn rûniştina dozê li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê pêkhat.

Dozê bixwendina delîlên îkameya derbarê endamê Komîsyona Rêveberên Herêmî û Ekolojîk ya DTP’ê Tûran Genç dewam kir. Genç bersiva îfadeyên şahidê nepenî da û got: “şahidê nepenî ê binavê X di 31.05.2006’an de li girtîgehê. Lê belê hemû îfadeyên xwe di derbarê faliyetên 2005-2010’an de dide. Ev kes kengê hate girtin. Îfadeyên şahidê nepenî em xistibûn navenda vê operasyonê. Me di sala 2006’an de dest bi xebatê kir. Bêgûman ev kes wê demê girtî bû. Kesekî di girtîgehê de çawa çêdibe ew qas agahiyan di derbarê me de digire. Li gorî îfadeyên şahid, buroya me weke KCK/Meclisa Tirkiyeyê lanse dike.”

Genç anî ziman ku, dixwazin xebatên Komîsyona Rêveberên Herêmî û Ekolojîk ya BDP’ê bi dozên “KCK” dij-zagonî îlan bikin û diyarkir ku, “Di xebatan de ya me eleqeder dike xebatên komîsyona rêveberên herêmî ên DTP’ê ne. Ev komîsyona ku em nîqaş dikin di xebatên xwe de diyar e. operasyonên 14’ê Nîsanê li dijî siyaseta demokratîk hatine kirin. Tişta li vir tê xwestin têk birina DTP’ê ye. Tê xwestin hemû xebatên DTP’ê bi KCK’ê ve girê bidin. Dixwazin hemû xebatên me dij-zagonî îlan bikin. Êdî îfadeyên şahidên nepenî ji rê derketine. Zarokên kevir jî avêtine weke şahidên nepenî nîşandan.”

Heyeta dadgehê doz taloqî sibe kir.