Doza 'KCK'ê ya Stenbolê dewam dike

Doza 'KCK'ê ya Stenbolê dewam dike

6. rûniştina doza 'KCK'ê ya 97 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 15. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dewam dike. 

6. doza sereke ya Stenbolê ku 97 jê girtî û 205 siyasetmedar kurd û aktivîstên mafên mirovan tên darizandin, li 15. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Saziya Înfaz û Ceza ya Sîlîvriyê didome. Dozê bi parastina rêvebera BDP'ê ya Stenbolê ya berê Nural Dogan dest pê kir. Di rûniştinê de 89 girtî û nivîskar Ragip Zarakolu jî di navde 3 siyasetmedarên serbest amade bûn. Destpêkê Dogan parastin kir. Beriya parastina Dogan Prz. Sinan Zincir, ji bo wergêr Faîk Badem ê ku Komîsyona Edaletê ya Stenbolê şandibû got "Birêz Serdadger, muwekilên me duh gotin em bi pereyan wergera parastinê nakin. Ji ber vê yekê divê hûn wergêrê têkildarî mijarê agahdar bikin. Divê hûn vê pirsê ji wî bipirse. Li ser vê yekê Serokê dadgehê Ali Alçik pirs kir û Badem, jî got 'Ezê bê pere wergervaniyê bikim. Piştre parastinê bi axaftina Dogan dest pê kir.

Dogan anî ziman ku ji ber wî xwest pirsgirêka kurd û jinê bi rêya aştî, demokrasiyê çareser bibe di sala 2006'an de weke rêvebera DTP'ê yê Bahçelievlerê hat hilbijartin. Lê piştî sala 2009'an ez bûm rêvebera BDP'ê yê Stenbolê. Piştre ez hatim girtin û xebatên min ên partiyê hemû wekî delîl hatin pêş min. Dogan, anî ziman ku sûcê wê ji ber rêveberê BDP'ê ye ji doza KCK'ê tê darizandin û hemû sûcên der barê xwe de red kir. 

Rûniştina dozê dewam dike.