Doza ‘KCK’ ya Edenê hat dîtin
Doza ‘KCK’ ya Edenê hat dîtin
Doza ‘KCK’ ya Edenê hat dîtin
Doza darizandina 54 kesan ku di operasyona bi navê 'KCK'ê de li Edenê hatin binçavkirin, îro hat dîtin. Rûniştina dozê ji bo 18'ê Kanûnê paşve hat xistin.
Doza darizandina 54 kesan ku di operasyona bi navê 'KCK'ê de di sala 2012'an de li Edenê hatin binçavkirin, îro li 10. Dadgeha Cezayên Giran a Edenê hat dîtin.
Di rûniştina dozê de beşek ji 54 kesên bêgirtî tên darizanin û parêzerên wan amade bûn. Rûniştina dozê bi xwendina belgeyên li dosyayê hatin zêdekirin, destpê kir.
Dûre kesên tên darizandin bi rêya wergêran bi Kurmancî parastina xwe pêşkêş kirin. Siyasetmedarên Kurd sûcdariyên li wan tên kirin qebûl nekirin û xwestin bên beraatkirin.
Heyeta dadgehê ev daxwaza siyasetmedarên Kurd red kir û ji bo parastinên kêm mane bên temamkirin, rûniştina dozê ji bo 18'ê Kanûnê paşve xist.