Doza ‘KCK’ ya Wanê dê sibe dom bike

Doza ‘KCK’ ya Wanê dê sibe dom bike

Îro li Wanê doza ku 15 jê girtî bigiştî 16 siyasetmedarên Kurd têne darezandin yekem rûniştin pêkhat. Dê rûniştin sibe berdewam bike.

Li Wan û navçeyên wê di 26’ê Mijdara 2012’an de di çarçoveya operasyonên di bin navê “KCK”ê de doz di derbarê 15 jê girtî bigiştî 16 siyasetmedarên Kurd de hate vekirin, îro yekemîn rûniştin li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê destpê kir.

Şaredarê Bajarokê Çelebîbagi Veysel Keser, Şêwirmendê Çapemeniya Şaredariya Wanê Seîd Kantarcioglû, Serokê berê yê BDP’a Wanê Yakûp Ataş, rêveberê berê yê BDP’ê Nacî Erol, rêveberê berê yê BDP’ê Naîf Aras, rêveberê berê yê BDP’a Wanê M. Naîm Işik, Hevseroka berê ya BDP’a Wanê Feyzî Şîran, Seroka berê yê Meclisa Giştî ya Bajar Semîra Varli, endamê MP’a BDP’ê Huseyîn Dag, rêveberê BDP’ê ê bajar Îbrahîm Alkan, ji perwerdevanên Malapiştiriya Perwerdeyê Meral Gungor, rêveberê berê yê BDP’a bajar Îsmaîl Demîr, Serokê berê yê BDP’a Elbakê Selahedîn Bozkûrt, endamê Meclisa Giştî ya Bajar Senar Elter, endamê meclisa şaredariyê Adil Adiyaman û rêveberê berê yê MEYA-DER’ê Îshaq Arslan ku serbest tê darezandin, li gel parêzeran amadebûn. Rûniştina ku serê sibehê destpê kir, piştî navbera nîvro îdianame hate xwendin.

Piştî navbera rûniştinê heyeta dadgehê tesbîta nasnameyan kir û bersûcan bi zaravayên Kurmancî û Dimilkî ên Kurdî bersiv dan. Di rûniştinê de îdianameya derbarê 8 kesan de hate xwendin.

Li Wanê di gelek dozên binavê “KCK” ku weke şahidê veşartî cih girt û di dozên ku Serokê berê yê BDP’a Wanê Cuneyt Caniş, Şaredarê BDP’ê Bekir Kaya, Şaredarê Ertemêtan Abdulkerîm Sayan û gelek siyasetmedarên Kurd di hatin darezandin de bikodê “Ahmet Su” şahidiya nepenî kiriye, balkêş bû heman kes di vê dozê de jî îfade dane. Weke din jî li gel îfadeyên şahidê nepenî ê bikodê “Ahmet Su” îfadeyên “Kinyas Îpek” û “HXQ” ên li ser bersûcan dane li ser dosyayê hate zêde kirin.

Piştî îdianameya derbarê 8 bersûcan de hate xwendin, heyeta dadgehê navber da rûniştinê û rûniştin bidawî kir. li gorî agahiyên ku heyeta dadgehê dane parêzeran dê doz di hefteya pêşiya me de berdewam bike.