Doza Mearûfî di navbera pêkanîn û efûkirinê de maye!

Doza Mearûfî di navbera pêkanîn û efûkirinê de maye!

Rejîma Komara Îslamî ya Îranê zextên careke din zextên li ser girtiyên Kurd ên siyasî dijwar kir. Piştî hat diyarkirin ku dibe di her kêliyekê de girtiyên siyasî Loqman û Zanyar Mûradî bêne bidarvekirin, vê carê piştî nerazîbûnan dosyaya Şêrko ji bo beşa 4 a serastkirinê hatibû şandin. Vê dadgehê jî cezayê îdamê yê Şêrko erê kiribû. Ji wê rojê heta niha Şêrko Mearûfî di bin xetera îdamê de dijî. Doza Mearûfî di navbera pêk anîn û efûkirinê de maye.

Girtiyê Kurd ê siyasî Şêrko Mearifî ku demek dirêj e ji ber sedemên siyasî ji aliyê rejîma Îranê ve hatiye giritn di girtîgehê de ye û cezayê dardakirinê lê hatiye birîn. Girtiyê siyasî yê Kurd Şêrko Mearîfî ku ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya rejîma Îranê ve bi cezayê dijmirovî îdamê hatibû cezakirin. Mearûfî berî niha serî li komisyona efûyê dabû û heta niha jî ti bersivek ji bo nehatiye dayin.

Li gorî agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê hatine bidestxistin, Şêrko Mearûfî ku ji bajarê Bane ye, bi tewanbariya ku “neyarê Xwedê” ye ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya bajarê Seqiz ve bi cezayê îdamê hatibû cezakirin. Hêjayê gotinê ye ku rejîma Îranê muxalîfan bi hincetên “dijminahiya Xwedê” an jî “karanîna madeyên hişber” tawanbar dike û cezayê îdamê li wan dibire.

DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE YE

Piştî nerazîbûnan dosyaya Şêrko ji bo beşa 4 a serastkirinê hatibû şandin. Vê dadgehê jî cezayê îdamê yê Şêrko erê kiribû. Ji wê rojê heta niha Şêrko Mearûfî di bin xetera îdamê de dijî. Doza Mearûfî di navbera pêk anîn û efûkirinê de maye. Li aliyek din jî, doza Mearûfî ji bo komisyona efûyê hatiye şandin lê heta niha jî, ti bersivek nehatiye dayin.Şêrko Mearûfî ev serê demekê ye ku di zindanê de di greva birçîbûnê de ye.

REWŞA ZANYAR Û LOQMAN MURADÎ NEDIYAR E

Girtiyên siyasî yên kurd Lokman û Zanyar Mûradî ku li Rojhilatê Kurdistanê girtî ne, di her kêliyê de dikarin werin darvekirin. Malbata Zanyar û Loqman Mûradî banga hestyariyê kirin. Hate zanîn ku Zanyar Mûradî hîna nebûye 18 salî.

Dayika Zanyar Mûradî Amîne Qadirî jî banga hestyariyê li parêzvanên mafê mirovan û gelê kurd kir. Dayik Amîne Qadirî da zanîn ku kurê wê Zanyar Mûradî hîna nebûye 18 salî û got ku kurê wê tevlî tu çalakiyên çekdarî nebûye.

Zanyar û Loqman Muradî 17 ê cotmeha 2009 ê li Merîwan hatibûn girtin û piştî 9 meh îşkenceyên giran, 22 ê mijdara 2010 ê bi îdîaya sûcê "Muharib" ango “dijminahiya Xwedê”, cezayê îdamê li wan hatibû birîn.

JI 2007 VE 10 GIRTIYÊN KURD ÊN SIYASÎ HATIN DARDEKIRIN

girtiyê Kurd Huseyin Xizrî jî di çileya 2011 de bi awayeke veşarî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû dardekirin. Piştî Xizirî, girtiyê Kurd ê bi navê Ferhad Tarim yê ji PDK-Îran Ferhad Tarim jî roja 27 ê Çile li girtîgeha Urmiyeyê hat bidardekirin. Li gel Tarim û Xizrî ji sala 2007 an û vir ve hejmara girtiyên Kurd ên siyasî ku ji aliyê rejîma Îranê ve hate îdamkirin gihişt 10an. Hasan Hîkmet Demîr di sala 2007 an de yekemîn milîtanê PJAK ê yê hatibû îdamkirin e, di 11.11.2009 an de Îhsan Fetahiyan, di 6 ê Berfanbara 2010 an de Fesîh Yasemînî, roja 9 ê Gulana 2010 an jî mamosteyên Kurd Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderiyan, Şîrîn Elem Hûlû û Mehdî Îslamiyan hat îdamkirin.

Li gorî tomarên ANF ê ji serê sala 2012 ve li gel Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa, 8 girtiyên siyasî bi cezayê dardakirinê hatin mehkûmkirin. Her wiha, li gorî tomarên ANF ê navên girtiyên Kurd ên siyasî yên ku cezayê darvekirinê lê hatine birîn wiha ne:

Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi, Zanyar Muradi, Bextiyar Mimari, Sirwan Nijawi, Îbrajim Îsapur, Hoşeng Rezayî ,Simko Xurşîdî, Saman Nesîmî, Mensûr Arwend, Sîrwan Nejad û Îbrahîm Îsa.