Doza Qetlîama Girtîgeha Amedê hate taloq kirin
Doza Qetlîama Girtîgeha Amedê hate taloq kirin
Doza Qetlîama Girtîgeha Amedê hate taloq kirin
Vêcarê jî doza Qetlîama Girtîgeha Amedê ku 10 girtiyên siyasî hatibûn qetilkirin, ji ber “guhertina dozger” hate taloqkirin.
Li Girtîgeha Amedê ya Tîpa E di 24’ê Îlona sala 1996’an de 10 girtiyên siyasî jiyana xwe ji dest dabûn. Di doza ku 23 girtî, di nav de erkdarên gelemperî jî heyî bigiştî 62 kes têne darezandin, rûniştina 23’mîn li 3’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê dewam kir. Parêzerên dozdar (muştekî) Mesût Beştaş û Serokê Baroya Amedê Prz. Tahir Elçî, parêzerên bersûc Prz. Hakki Kûrtûlmûş û hinek bersûcên serbest têne darezandin di rûniştinê de amadebûn.
Ji ber ku heyeta dadgehê hate guhertin û di doza ku zabitên berê hatin xwedin, her wiha ji ber ku naveroka mutalaya Dozgeriya Komarê pêşkêşî dadgehê hatiye kirin nizane, dem xwest. Piştre parêzerên dozdar Prz. Mesût Beştaş axivî û daxwazkir ku bersûc bêne cezakirin. Her wiha balkişande ser ku, netesadufe roja ku Serok Komarê demê Silêman Demîrel hate Amedê û komkujiya li girtîgehê pêkhat.
Serokê Baroya Amedê Prz. Tahir Elçî anî ziman ku, pêwîste heyet careke din dosyayê berçavan re derbaz bike û got, heya roja îro peywirdarên gelemperî her car “ji cezayan hatine bexşandin”. Elçî da diyarkirin, ev 18 sale wana tu kes li ser kursiya bersûcan kes nedîtine û daxwaz kir ku, bersûc bêne cezakirin.
Heyeta dadgehê navber da rûniştinê û piştî wê daxwaza dem qebûl kir. Heyeta dadgehê doz taloqî 24’ê Kanûnê kir.