Doza rojnamevanan bi parastinan dewam dike

Doza rojnamevanan bi parastinan dewam dike

6'emîn rûniştina doza têkildarî saziyên çapemeniyê yên 22 jê girtî, 46 rojnamevan tên darizandin bi parastina Cîhad Ablay ê bi awayekî negirtî tê darizandin berdewam dike. 

Piştî di çarçoveya "Komîteya Çapemeniyê ya KCK"ê de li hember saziyên çapemeniyê yên kurd operasyon hat destpêkirin û doz hat vekirin, 22 jê girtî 46 rojnamevan tên darizandin. Îro li Dadgeha 15'emîn a Cezayê Giran a Stenbolê 6'emîn rûniştina dozê di roja xwe ya sêyemîn de berdewam kir. Beriya nîvro Cîhad Ablay ê bi awayekî negirtî tê darizandin parastina xwe kir. Ablay got, "Îro bi pereyan bi kurdî tê axaftin. Ez vê protesto dikim. Ji ber ev nayê qebûlkirin. Pir aşkera ye ji ber ku em kurd in, em tên dadgehkirin. Tu çi bêjî bêje wê kêm bîmîne. Ji ber ji bo me kurdan timî girtin û qetlîam rewa hatine dîtin. Ji ber karê rojnamevaniyê îro em li vir tên dadgehkirin. Ji bilî vî welatî ma li cihekî din tiştekî wiha heye."

Ablay ku parastineke kurt kir, tehliyeya hevalên xwe û beraeta xwe xwest. Li ser pirsa serokê dadgehê ya, "Te di axaftineke xwe ya telefonê de behsa çûna dawetekê kiriye, der barê wê de tu çi dibêjî?" Albay got, "Ev dawet, daweteke ku em hemû dizanin."

Albay her wiha got ku agahiyên dawetên pêk tên li avahiyên rêxistinên BDP'ê li panoyan tên daliqandin û bi vî awayî pê dihesin. 

Piştî îfadeyê, dadgehê navbera nîvro da. Tê payîn ku dadgeh biryara navber saet 17.00'an bide.