Doza Şemzînanê di 28'ê Adarê de ye

Doza Şemzînanê di 28'ê Adarê de ye

9'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind piştî di lehê bersûcên doza Şemzînanê de biryar xirab kir û dîsa dosya şand Wanê, 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê biryar da ku rûniştina dozê di 28'ê Adarê de pêk bê.

Li navçeya Şemzînan ya Colemêrgê di 9'ê mijdara 2005’an de li dijî Pirtûkxaneya Umutê êrîşekî bombeyî pêk hat û Mehmet Zahîr Korkmaz jiyana xwe ji dest da Metîn Korkmaz jî birîndar bibû. Di êrîşê de Pirtûkxaneya Umut zerarekî aborî ya mezin dîtibû. Xwediyê Pirtûkxaneya Umutê Seferî Yilmaz, Hevjîna Mehmet Zahîr Korkmaz Hamîde Korkmaz û Metîn Korkmaz ên di êrîşê de mexdur bûn li Wezareta Navxweyî doza aborî û manewî vekirin. Di 10'ê Cotmeha 2012'an de Dadgeha Bilind biryar xirab kir û dosya dîsa li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê vegerand. Dadgeha Cezayê Giran a Wanê jî biryar da ku doz di 28'ê Adarê de pêkbê.

Dozgerê Komarê yê Wanê Ferhat Sarikaya ku doz dişopand, di derbarê bersûcan de bi îdîaya "Li dijî yekîtiya dewletê û welat çalakî pêk anîne, mirov kuştine û teşwîkî kuştinê kirine" cezayê muebetê xwest. Pişt re li 3'mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê ji nû ve doz hate vekirin. Dozger Sarikaya, bi hinceta têkiliya Fermandarê Giştî yê Bejayî Yaşar Buyukanit ku gotibû "zarokên baş" bi Kaya û Îldenîz re heye agahiyên pêvek ji Serfermandariya Giştî re şand. Li ser vê yekê Sarikaya ji peywirê hate girtin. Doza ku li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê li ser temyîzê ji 9'emîn Daîreya Dadgeha bilind re hate şandin. Dadgeha Bilind di 8'ê Gulana 2007'an de bi hinceta "Dosyayên kêm û agahiyên kêm hene" biryara 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê xirab kir. Piştî doz dîsa li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê vegeriya, piştî rûniştina 2'emîn heyeta dadgehê hate guhertin û doz şandin Dadgeha Leşkerî ya Wanê.

'DADGEHA LEŞERÎ DI RÛNIŞTINA YEKEM DE SERBEST BERDAN'

Piştî ku doz sewqî Dadgeha Leşkerî ya Wanê hate kirin, heyeta dadgeha leşkerî di 1'emîn rûniştina dozê de Kaya, Îldeniz û Ateş, ku girtî dihatin darizandin di 14'ê kanûna 2007'an de serbest berdan. Piştî ku zagon di 9'ê Tîrmehê de hate guhertin û rê li pêşiya leşkeran a li Dadgehên sivîl bên darizandin vebû, di 12'ê tîrmehê de, xala 250'î ya Dadgehên Bi Rayeya Taybet a Zagona Dadgehên Ceza hate guhertin. Piştî zagon hatin guhertin, Serokê Giştî yê ÇHD'ê Selçuk Kozagaçli, Cîgirê Serokê Baroya Wanê Murat Timur, serî li Dadgeha Cezayên Giran a Wanê da û xwestin ku bersûc li Dadgeha sivîl bê darizandin. Li ser daxwaza Kozaagaçli û Tîmûr, doz sewqî 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate kirin.

DOZ DÎSA LI DADGEHA SIVÎL HATE PÊKHAT

Piştî 13 mehan rûniştina bersûcan li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hate dîtin. Endamên JÎTEM'ê serbaz Alî Kaya û Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş ên cezayê wan ji aliyê dadgeha bilind ve hatibûn xirabkirin û pişt re ji aliyê dadgeha leşkerî ve serbest hatin berdan li Wanê çareke din derketin pêşberî dadgehê. Rûniştina li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê pêkhat. Di rûniştinê de Dozgeriya Komarê ya Wanê Osman Ozdemîr mutalaya xwe ya ji 10 rupelan pêk tê pêşkêşî dadgehê kir. Dozger Ozdamar xwest ku Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrakar Veysel Ateş bî sûcdariyên "Mirov kuştin", "Avakirina Çete" û "Teşebûsa kuştina mirovan" ji her yekî re 39 sal, 10 meh û 27 roj cezayê girtîgehê bê birîn. Piştî 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê biryar da, dosya şand 9'emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind. Daîreya Ceza cezayê di derbarê Ozcan Îldeniz û Alî Kaya û îtîrafkar Veysel Ateş de erê kir. Heyete sûcê avakirina rêxistinê jî xirab kir û dîsa dosya li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê vegerand.

RÛNIŞTINA DOZÊ DÊ DI 28'Ê ADARÊ DE PÊK BÊ

Doza ku 8 salin di rojeva Tirkiyeyê de ye piştî ku Dadeha Bilind dîsa dosya li 3'emîn Dadeha Cezayê Giran a Wanê vegerand, Dadgeha Wanê jî biryar da ku rûniştina dozê di 28'ê Adarê de pêk bê. Heyetê pişti biryar da roja rûniştina dozê teblîxî mexdûran Seferî Yilmaz, Metin Korkmaz û Mehmet Zahîr Korkmaz û parêzeran wan kir. Dîsa teblîxî bersûcan jî kir. Li bendê ye ku gelek beşdarî rûniştina dozê bibin. Mexdûrên bûyerê bertek nîşanî biryarê dan û diyar kirin ku doz di lehê çeteyan de pêş ketiye. Mexdûran anîn ziman ku, ji bo îdîaya Dozger Ferhat Sarikaya ya ku gotibû li pişt bûyerê Serfermandarê berê Yaşar Buyukanit heye ronî bibe dê heta dawî têbikoşin.