Doza sereke ya 'KCK' dewam dike
Doza sereke ya 'KCK' dewam dike
Doza sereke ya 'KCK' dewam dike
Di doza sereke ya 'KCK'ê de ku li gel Parlamenterên BDP'ê û Şaredaran siyasetmedarên Kurd tên darizandin, rûniştina 59. li Dadgeha Cezayên Giran a 6. a Amedê destpê kir.
59. rûniştina doza 'KCK'ê ya sereke ku tê de 97 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên gel tên darizandin, li 6. Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bi danişîna duyemîn tê dîtin.
Di rûniştina dozê de 29 siyasetmedarên girtî, xizm û parêzeran wan amade ne.