Doza sereke ya “KCK”ê bi xwendina delîlan didome
Doza sereke ya “KCK”ê bi xwendina delîlan didome
Doza sereke ya “KCK”ê bi xwendina delîlan didome
Rûniştina siyasetmedarên Kurd a sereke ya "KCK'ê" bi xwendina Prz. Şînasî Tur ya delîlan berdewam dike.
Rûniştina 108 jê girtî 175 siyasetmedarên Kurd ên di bin navê doza KCK'ê de tên darizandin û di nav de parlementer, şaredar, akademîsyen û parazvanên mafên mirovan jî hene li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê didome. Di rûnştinê de delîlên di derbarê Parêzer Şînasî Tur hatin xwendin. Delîlên duh piştî nîvro dest bixwendinê kirin zêdehî 200 hevdîtinên telefonê tên xwendin. Hevdîtinên Tur bi Sebrî Ok, wekîlên DTP'ê, rêveberan re kirin, parastina têkildarî rewşa hiqûqî û tenduristî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin weke xebatên KCK/TM'ê hatin nirxandin.
Tur di dema xwendina delîlan de pirsên hatin pirsîn bi kurdî bersivandin û diyar kir ku, hevdîtinên telefonan di çarçoveya pişteya parêzeriyê de kirin û wiha got: "Sebrî Ok wê demê di DTP'ê de şêwirmendê Aysel Tûglûk û Ahmet Turk bû. Demek dirêje ez wî dinasim. Dema dozgeriyê îfadeyên min girtin ji min re got, 'Ha Murat Karayilan, ha Sebrî Ok ji bo min tu cudahî tuneye' Lê kesayetekî Birêz Sebrî Ok heye. Dema ez di nav xebatan da bûm ew jî di nav xebatan da bû. Wî jî weke hemû kesên din têkildarî rewşa Ocalan re pirs pirsîn. Min jî di çarçoveya pişteya parêzeriyê de bersivandin. Ji ber ku min parêzeriya Birêz Ocalan dikir. Tenduristî nêrîn û pêşniyarên Birêz Ocalan ji bo gelê Kurd girîngin. Di vê çarçoveyê de gel li me digere."
Xwendina delîlên di derbarê Tur de berdewam dikin û dadgehê navbera nîvro da rûniştinê.