Doza sereke ya KCK’ê hat taloq kirin

Doza sereke ya KCK’ê hat taloq kirin

14'emîn civîna 59'emîn rûniştina doza KCK'ê ya sereke ya Amedê ku 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Rûniştina dozê dê Pencşemê berdewam bike.

Rûniştina doza KCK'ê ya Sereke ya Amedê ku di navde şaredar û parlementer jî hene 97 jê girtî 175 siyasetmedarên kurd tên darizandin li 6'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê berdewam kir. Rûniştina îro piştî navbera nîvro dahnê êvarî jî berdewam kir. Rûniştina piştî danê nîvro bi xwendina delîlên der barê Alikarê Şarederê Koserê yê Endamê Komisyona Rêveberiya Heremî û Ekolojîk a DTP'ê Selanîk Oner berdewam kir. Di delîlên der barê Oner de hat diyar kirin ku Oner di 4 Nîsana 2009'an de tev li merasima cenazeyên Mustafa Dag û Mahsun Korkmaz yên di meşa Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de jiyana xwe ji dest dabûn bûye û ji ber vê yekê wekî endamê rêxistinê û propaganda rêxistinê kiriye hat tawanbarkirin.

 Dozger di delîlan de gotina Oner a Şehît jî wekî delîla sûc nîşan da. Gotina şehît di nava delîlan de weki sûc hat nîşandan.

Pişti xwendinadelîlan heyeta dadgehê rûniştina dozê taloqî pêncşemê kir.