Doza sereke ya KCK’ê hate taloq kirin
Doza sereke ya KCK’ê hate taloq kirin
Doza sereke ya KCK’ê hate taloq kirin
Doza KCK’ê ya weke sereke tê zanîn ku, di nav de parlementer, şaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl 95 jê girtî bigiştî 175 kes têne darezandin îro berdewam kir.
Di rûniştina îro ya li 6’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê de 19 girtî, bersûcekî serbest tê darezandin amadebûn ên din jî hincet nîşandan û tevlî rûniştinê nebûn.
Piştî sûcdariyên ku li girtiyê binavê Mehmet Sevîm hatine kirin, parastina xwe kir û got, li ser îfadeyên şahidê nepenî îdîanameyekî krîmînal hatiye amadekirin.
Sevîm destnîşan kir ku, şahidê nepenî çîrokan dibêje. “Min weke kesekî ji rêxistinê re pere kom dike nîşan dide. Îspatek nîne ku min pere ji kê standiye. Tenê ji ber îfadeyên şahidê nepenî sê roje parastinê dikim. Beriya vê jî ez 22 salan li girtîgehê mame. 5 sale ji ber vê dosyayê girtî me. Ji ber ku sabîqa min heye, ez di vê dosyayê de tême darezandin.”
Serokê dadegehê jî got, “Parêzer Irfan Dundar derbarê te de got di pêkhateya KCK/Meclisa Tirkiyeyê faliyetan dimeşîne. Ev parêzer şahidê nepenî nîne. Hûn di vê mijarê de dê çibêjin?”
Sevîm jî diyarkir ku, ew li gel birayê parêzer Dundar di heman girtîgehê de mane û wiha axivî:
“Dema ku ez ji girtîgehê derketim, min çend caran Dundar dît. Dosyaya ku wê demê ez têde dihatim darezandim, min nîşan da. Navber navber weke malbat em diçûn gel hev. Raste Dundar derbarê min de îfade daye ku, ez cihê xwe di pêkhateya KCK/Meclisa Tirkiyeyê berpirsyarê çapemeniyê me. Lê belê di operasyonên li Stenbolê li ser pêkhateyên KCK/MT de berpirsên çapemeniyê hatin binçavkirin û girtin. Hêjan têne darezandin. Eger ew sûcên li ser min hatibana kirin, dê navê min jî li gel kesên hatine binçavkirin bana. Lê ji ber vê sedemê navê min li tu deran tuneye. Dundar ji ber vê çendê jî îfadeya derbarê min de dayî şûnde kêşaye.”
Serokê dadgehê piştî parastina Sevîm, ji bo parêzer parastinê bikin doz taloqî sibe kir.