Dozên komkujiyên li Lîce û Pasûrê dê li Amedê pêkbên
Dozên komkujiyên li Lîce û Pasûrê dê li Amedê pêkbên
Dozên komkujiyên li Lîce û Pasûrê dê li Amedê pêkbên
Îdianemeyên têkildarî komkujiyên li navçeyên Lice û Pasûrê ên Amedê hatîn kirin, ji aliyê 7’mîn û 8’mîn Dadgehên Cezayê Giran ya Amedê ve hatin qebûl kirin. Rûniştina yekemîn ya têkildarî komkujiya Pasûrê dê 26’ê Kanûnê û yekemîn rûnitşina têkildarî komkujiya Liceyê jî dê 16’ê Çileya 2014’an pêkbê.
Piştî ku îdianameyên ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ên têkildarî komkujiyên li navçeyên Lice û Pasûr ên Amedê yên ji aliyê leşkeran ve pêkhatin û dadgehan qebûl kir, dîroka darezandinê jî zelal bû.
8’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê têkildarî komkujiya Liceyê biryar girt ku yekemîn rûniştin di 16’ê Çileya 2014’an pêkwere. Rûniştina yekem ya têkildarî komkujiya li Pasûrê jî 7’mîn Dadgeha Cezayê Giran ya Amedê biryar da ku 26’ê Kanûnê pêkbê.
Meqama îdiayê xwest cezayê muebetê ê giran û 24 sal ceza bidin kujerên komkujiya Lice ên binavê Tunay Yanardag û Eşref Hatîpoglû
Di çarçoveya lêpirsîna qetilkirina 11 gundiyên li Pasûrê beriya 20 salan jî ji Fermandarê 2’mîn Tûgaya Komando ya Bolû Tûggeneralê teqawit Yavûz Erturk re 11 car cezayê muebetê û 25 sal ceza dixwazin.