Dozger di kuştina Sevag de qest nedît
Dozger di kuştina Sevag de qest nedît
Dozger di kuştina Sevag de qest nedît
Di salvegera Qirkirina Ermeniyan de leşkerê ermenî yê bi navê Sevag Balikçi dema bi zorê leşkerî dikir hat kuştin û dozgerê di doza Balikçi de mutalaya xwe da got: “Di kuştina Sevag de qest tune.”
Di 96’emîn salvegera Qirkirina Ermeniyan de di 24’ê Nîsana 2011’an de li Êlihê leşkerê bi navê Sevag Balikçi yê Ermenî dema bi ‘guleya qezeyî’ hat kuştin û danişîna doza kuştina Sevag li Dadgeha Leşkerî ya Amedê dest pê kir. Malbata Balikçi, parêzerê malbatê, leşkerê Sevag kuşt Kivanç Agaoglu û berbaz Sadrettîn Ersoz yê ku peywira xwe xerab bikaranî tevlî danişînê bûn.
Sadrettîn Ersoz da zanîn ku, roja bûyerê bi leşkeran re ji bo agahiyan berhev bike civîn çêkir. Îdiayên ku wan jî derewan. Malbata Sevag Balikçi xwest sûcdar bên dîtin.
Piştre dadgehê ji bo mutalaya xwe ya di derbarê wî de aşkera bike mafê gotinê da dozger. Dozgerê leşkerî îdia kir ku, tu tiştekî ku bi qestî Sevag Balikçi hatiye kuştin tuneye.
Ji bo Kivanç Agaoglu û Sadrettîn Ersoz jî ji du salan heta 6 mehan ceza hat xwestin. Dadgehê doz taloqî 26’ê Adarê kir.